HPG'ê şehîdên Cîlo bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 4 gerîlayên li Cîlo di sala 2017'an de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Bi lehengiya xwe li dijî dijmin bi fedaîtî şer kirin û ji bo azadiya gelê me bi her awayî fedakarî kirin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî şehîdan wiha ye:

"Li dijî operasyona dewleta Tirk a dagirker ku li qada Cîlo destpê kir, hevrêyên me Erdal, Brûsk, Dersim, Rojhat û Brûsk Aşkol li gel şert û mercên herî giran ên zivistanê bi fedaîtî şer kirin, gelek çalakî lidar xistin ku derbên giran li dijmin hate xistin û kirin ku bi dehan dagirker bêne cezakirin. Ev hevrêyên me yên ku bi îradeyeke mezin ti zor û zehmetî ji xwe re nekirin asteng, bûn mînaka pak a fedaîtiya Apoyî. Ev milîtanên leheng ên Apoyî ku ji bo armanca dagirkeriyê ya dijmin di ber de bihêlin û operasyonên dijmin têk bibin bi rengekî bêheman têkoşiyan, di 28'ê Adara 2017'an de piştî ku ji çalakiyê vegeriyan ji ber berfa zêde û zîpikê qefilîn û şehîd bûn. Têkoşîna ku hevrêyên me Erdal, Brûsk Dersim, Rojhat û Brûsk Aşkol ji me re hiştin, em ji xwe re weke wezîfeya bingehîn dibînin ku bi ser bixînin û soz didin ku bi xwedîderketina li bîranîna wan têkoşînê mezin bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Erdal Dogan
Nav paşnav: Nasir Abbasî
Cihê jidayikbûnê: Xoy
Dayik-Bav: Sakîne-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Adara 2017 / Cîlo

Nasnav: Brûsk Dersim
Nav paşnav: Mehmet Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Dayik-Bav: Halîse-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Adara 2017 / Cîlo

Nasnav: Rojhat Ronî
Nav paşnav: Yûnûs Kaplan
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Gulsûn-Husnu
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Adara 2017 / Cîlo

Nasnav: Brûsk Aşkol
Nav paşnav: Mûhammed Mehdî Cemîl
Cihê jidayikbûnê: Merîwan
Dayik-Bav: Kubra-Mehdî
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Adara 2017 / Cîlo

ERDAL DOGAN

Hevrêyê me Erdal li gundê Daşpesek ê bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ji malbateke Acem ji dayik bû, ku li vê herêmê dewleta Îranê bi polîtîkayên bihevxistina gelan hewl dide hîn bêhtir serweriyê li ser gelan çêbike. Malbata hevrêyê me Erdal jî malbateke kedkar e. Hevrêyê me Erdal hîn biçûkanî tevî malbata xwe karê çandiniyê kir û hewl da tevkariyê li aboriya malbatê bike. Sala 2004'an bi destpêkirina dema ciwantiyê re ji karkerên Kurd Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya partiya me PKK bihîst, têkoşîna azadiyê ya partiya me bala wî kişand. Her roj hîn bêhtir bala wî çû ser partiya me û Rêber Apo. Bi taybetî her ku rastiya Rêber Apo nas kir, hîn bêhtir pê ve hate girêdan. Fêhm kir ku felsefeya Rêber Apo yekane felsefe û îdeolojî ye ku gelên Rojhilata Navîn bi rêya wê karin bi rengekî aştiyane û aram bijîn; lewma têgihişt ku Rêbertî ne tenê rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê gelên Rojhilata Navîn e. Weke ciwanekî ji Rojhilata Navîn ku bexçeyê gelan e, biryar da ku tevlî feslefeya Rêberê me û têkoşîna azadiyê bibe. di sala 2006'an de berê xwe da navenda berxwedanê, çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Erdal piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê li herêma Xakurkê dît, bi bihara 2007'an de derbasî nava pratîkê bû. Nêzî 3 salan li herêmên Xakurkê û Şemzînanê gerîlatî kir. Di nava vê pratîka 3 salan de hevrêyê me Erdal di gelek mijaran de bû xwedî tecrûbe, bû milîtan û fermandarekî hêja yê partiya me PKK'ê. Hevrêyê me Erdal ku ji ber qezayekê ji çavê xwe birîndar bû, piştî ku hate dermankirin careke din vegeriya û karên xwe dewam kir. Hevrêyê me Erdal ti astengî nas nekir û ti carî xwe ji doza jê bawer dikir venegirt. Piştî pratîka zehmet a li Xakurkê û Şemzînanê, li Akademiya Mazlûm Dogan a Dibistana navendî ya Partiyê tevlî perwerdeyê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de ji aliyê îdeolojiya Apoyî û taktîkên şer ên gerîlatiyê ve xwe bi pêş ve bir. Bi hêz û moralê ji perwerdeyê wergirtî di salên 2011-2012'an de beşdarî operasyona şoreşgerî ya li herêmên Xakurkê û Şemzînanê bû. Di operasryona şoreşgerî de ku bi pêşengiya hevrêyê me Şehîd Reşît Serdar de hate kirin, hevrêyê me Erdal tevlî gelek çalakiyan bû, derbên giran li dagirkeran xist. Ji ber serketina xwe ya di vê operasyona şoreşgerî de bi wezîfeya fermandariya yekîneyê derbasî qada Cîlo bû. Bi karkerî, fedakarî û sekna xwe ya dilnizm li nava dilê hevrêyên xwe cih girt. Bi tecrûbe û wêrekiya xwe jî pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, xwedî li wezîfeyên demê derket û bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Erdal sala 2016'an derbasî qada Oremarê bû, li vê derê gelek çalakiyên bi bandor li hemberî dijmin lidar xist û jiyan li dijmin teng kir. Hevrêyê me Erdal ku bi têgihiştineke wezîfeyê tevdigeriya, li ku derê pêwîstî pê hebûya li wir bû, wezîfeyên rêxistinê bir engekî serketî û hêjayî hevrêyên şehîd bibe bi cih dianî. Li ser vê bingehê di sala 2017'an de careke din derbasî qada Cîlo bû, weke fermandarê tabûrê hîn bêhtir bar hilda serm ilê xwe. Li dijî operasyona dijmin a ku bihara 2017'an destpê kir, bi sekna xwe ya bi wêrek hevrêyên xwe yekser bi rêxistin kir û li dijî dijmin dest bi êrîşê kir. Di şer de bi dehan leşkerên dijmin hatin cezakirin. Hevrêyê me Erdal jî dema ku tevî 3 hevrêyên xwe ber bi baregehê ve diçûn, ji ber barana zêde û zîpê qefilîn û şehîd bûn.

BRÛSK DERSIM

Hevrêyê me Brûsk Dersim li navçeya Çemîzgezek a Dersimê ji dayik bû. Hevrêyê me Brûsk ku li nava malbateke koçber mezin bû, taybetmendiyên xwezayî û ji dil ên koçeriyê kesayetiya wî afirand. Hevrêyê me Brûsk ku destpêkê diçû dibistanên dewleta Tirk, piştre ev dibistanên ku xwe jê nedidît terikand. Ji ber ku malbata wî koçber bû, derbasî herêma Erzînganê bû, li zozanên bilind ên Erzînganê koçerî kir û tevkarî li debara malbata xwe kir. Vê demê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê nas kir û kete bin bandora jiyana gerîla. Hevrêyê me Brûsk ku haya xwe ji êrîşên giran ên dijmin ên li hemberî gelê me hebû, gihîşt wê baweriyê ku ji bo gel, çand û zimanê xwe divê tiştekî bike. Bi vî rengî kete nava hewldanan û fêhm kir ku têkoşîna herî bi bandor li çiyayên Kurdistanê bi gerîlatiyê dibe. Lewma di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Brûsk ku li herêma Metînayê dest bi gerîlatiyê kir, bi perwerdeyan jiyana azad a gerîla fêhm kir û hîn bêhtir tevlî bû. Hevrêyê me Brûsk ku ji nava jiyaneke xwezayî, çiyayî û civakê hat, di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû. Bi taybetmendiyên xwe yên dilnizm, pak, ji dil û fedakar bi hemû hêza xwe tevlî nava jiyanê bû û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hemû karên datanî ber xwe bêdudilî bi cih anî. Hevrêyê me Brûsk jiyana hevrêtiyê ya li nava PKK'ê pîroz didît, her tim dixwest hevrêtiyê xurtir bike. Têkiliyên hevrêyê yên li nava PKK'ê jiyana hevrêyê me Brûsk jî bedew û bi wate kir. Ji ber vê yekê her kêliya jiyana gerîla bi eşqeke mezin jiya. Her wiha heta dawiyê baweriya xwe bi felsefeya Rêber Apo anî û zanî ku ji bo azadiya gelan rêya herî rast felsefeya Rêbertî ye. Piştî ku demekê li herêma Heftanînê gerîlatî kir, li dijî êrîşên DAÎŞ'ê ji bo parastina gelê me derbasî qadên berxwedanê bû. Du salan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir, du caran bi giranî birîndar bû, lê tevî vê yekê jî nesekinî û rawestandin ji bo xwe qebûl nekir. Hevrêyê me Brûsk şerê li dijî çeteyan bi rengekî serketî bi cih anî, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Akademiya Hakî Karer tevlî perwerdeya leşkerî û îdeolojîk bû, di taktîkên serdema nû de xwe bi pêş ve bir û bû fermandarekî pêşeng. Piştî perwerdeyê weke fermandarê yekîneyê derbasî qada Cîlo bû, li vê qadê wezîfeyên girîng hilda ser milê xwe. Li dijî operasyonên dijmin bi wêrekî û biryardariyeke mezin şer kir û tevî 3 hevrêyên xwe dema ku vedigeriya baregehên xwe ji ber berfê û zîpikê qefilî û şehîd bû.

ROJHAT RONÎ

Hevrêyê me Rojhat li Silopiyaya ku yek ji navendên girîng ên berxwedanê yên Botanê ye, di malbateke welatparêz de jidayîk bûye. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, bi hişmendiyeke welatparêzî hat mezinkirin. Li ser vê bingehê rastiya gelê xwe, nasnameya xwe û rastiya dijmin pir baş fêm kir. Ji ber vê sedemê ji ciwantiya xwe ve di nava xebatên ciwanan de cih digire û li dijî dijmin ketiye nava têkoşînê. Di sala 2013’yan de tevî hemû hewldanên aştiyane yên Rêber Apo, ji ber ku dijmin di polîtîkayên xwe yên qirkirinê de israr kiriye, ji bo bi zimanê ku jê fêm dike bersivê bide dijmin, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Rojhat ku pêşbînî dike ku dijmin wê li dijî gelê me şerekî berfireh bide destpêkirin, ji bo vê jî xwest xwe bi her awayî perwerde bike. Hevrêyê me Rojhat ê ku li qada Avaşînê perwerde dît, di demeke kin de xwe bi jiyana gerîlatiyê re adapte kir. Hevrêyê me Rojhat ê ku ferq kir ku dijmin encax bi şerê gel ê Şoreşgerî dikare têk biçe, ji bo vê jî bi hezkirin û coş tev li xebatan bû. Di demeke kin de xwe di warê leşkerî û bîrdozî de pêş xist û bû milîtanekî pêşeng. Ji xebatên xwe yên li qada Avaşînê ezmûneke girîng bi dest xistiye. Hevrêyê me Rojhat ê ku piştî demekê derbasî herêma Cîlo bû, li vir erk û berpirsyariyên girîng girt ser xwe, bi fedakariyeke mezin xebatên xwe meşand û alîkariya hemû hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Rojhat ku bi cesaret û kedkariya xwe tê naskirin, li herêma Cîlo li dijî operasyona dijmin şerekî fedaî daye meşandin. Hevrêyê me Rojhat ku bi hevrêyên xwe re derbên giran li dijmin xist, dema ji çalakiyê vedigeriya qadên xwe, ji ber barîna berfê û bagerê cemed girt û gihîşt şehadetê.

BRÛSK AŞKOL

Hevrêyê me Brûsk Aşkol li bajarê Merîvanê yê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Brûsk di malbateke welatparêz a ku ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe mezin bû, ji ber vê nasnameya xwe û dîroka xwe ya gelerî pir baş dizanîbû. Ji ber vê yekê dilê hevrêyê me Brûsk ji bo Kurdistana azad her tim lêdixist. Hevrêyê me Brûsk ku ji ber zextên dijmin bi malbata xwe re derbasî Başûrê Kurdistanê bû, ti carî sînorên Kurdistanê qebûl nekir. Her tim Kurdistaneke azad xeyal dikir, loma jî gihaşt feraset û hişmendiyeke netewî. Hevrêyê me Brûsk ku hestên wî yên netewî roj bi roj zêde dibin, Partiya me û têkoşîna azadiyê ya ku di pêşengiya Partiya me de pêşketibû nas kir. Ji jiyana gerîla bandor bû, lê eşkere kir ku bi jiyaneke fedaî re wê gelê me xwe bigihîne azadiyê. Hevrêyê me Brûsk ê ku dît ev yek di rastiya PKK’ê û Rêber Apo de pêk hatiye, bêhtir bandor bû. Bîrdoziya têkoşîna PKK’ê û rastiya Rêber Apo hîn zêdetir lêkolîn kir û gihişt wê rastiyê ku azadiya gelê me û serxwebûna welatê me Kurdistanê tenê bi têkoşîna PKK’ê pêkan e. Ji bo vê jî tevlî PKK’ê bû û dest bi xebatê kir. Demekê li bajaran xebatên têkoşîna azadiyê meşand û li gel şerê dijwar ku pêş ket, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Brûsk ku di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû, di demeke kin de xwe adapteyî jiyana gerîla kir. Hevrêyê me Brûsk ku bi perwerdeya ku dîtiye xwe bi hêz kiriye, çeka xwe daye milê xwe û ber bi qadên têkoşînê ve bi rê ketiye. Hevrêyê me Brûsk bi saya perwerdeyên ji ramanên Rêbertî kesayeta xwe pêş xist û bû milîtanekî jêhatî. Hevrêyê me Brûsk ku demekê li herêma Qendîlê gerîla bû, piştre berê xwe da herêma Cîlo. Li vir jî beşdarî xebatan bûye û pêşketinek mezin bi dest xistiye. Li hemberî êrîşên dijmin bi hezkirineke mezin şer kir; bi lehengî û qehremanî berê xwe da dijmin û tola gelê me hilanî. Hevrêyê me Brûsk bi kesayeta xwe ya fedekar, dilnizm, dilpak û leheng ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Li dijî hemû êrîşên dijmin bi awayekî fedaî şer kir, di gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin de cih girt. Hevrêyê me Brûsk ê ku di 28’ê Adara 2017’an de dema ku bi sê hevrêyên xwe re ji çalakiyê vedigeriyan qadên xwe, di encama barîna berfa zêde de qerisîn û gihiştin şehadetê.

Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêzê Kurdistanê re, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Erdal, Brûsk Dêrsîm, Rojhat û Brûsk Aşkol re dixwazin ku bi lehengiya xwe li hemberî dijmin şerekî fedaî meşandine. Ew ê her dem di têkoşîna me de bijîn.”