Çalakiya li Kolnê di roja 2’an de ye

Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Koln a elmanyayê hatibû destpêkirin, di roja 2’an de dom dike.

Çalakiya ku ji aliyê Federasyona Med û YJK-E NRW ve li nêzî Dom Katedralê hatibû lidarxistin di roja 2’an de ye.

Siyasetmedara jin Leyla Bîrlîk a di çalakiyê de axivî got: “Çareseriya pirsa Kurd û Abdullah Ocalan rewşeke di nav hev de ye.21’ê sal in Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye.”

Di çalakiyê de belavoka li ser Rêberê Gelê Kurd hatibû amadekirin hate xwendin.

Siyasetmedara Kurd Leyla Bîrlîk a axivî diyar kir ku pirsa Kurd bûye pirsekî gerdûnî, pirsgirêk êdî ne pirsa Kurd an jî Tirkiyeye. Bîrlîk got: Çareseriya pirsa Kurd û Abdullah Ocalan rewşeke di nav hev de ye.21’ê sal in Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye.Me dît ku dema hevdîtin li gel Abdullah Ocalan tê kirin, êrîşên dewletê ya li ser Kurdan û Tirkan kêm dibe.”

Almanya Göçmen İşçiler Federasyonu (AGİF) da destek veriyor. AGİF temsilcisi Şafak Deniz eylemde

Nûnera Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanya (AGÎF) Şafa Denîz jî axivî û diyar kir ku têkoşîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Hanaûyê têkoşîna edaletê ye.

Çalakî wê sibe jî di heman saetê de destpê bike.