Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari têkildarî pêvajoya heyî û nîqaşên li ser qanûna bingehîn ji ANF’ê re axivî.
Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku pêvajoya ku ji meha Cotmehê ve ye berdewam dike, di dîroka Tirkiyeyê ya sed salî de ji bo aşitiyê derfeteke gelekî girîng e û da zanîn ku divê ji bo vê derfetê hewleke mezin were dayîn.
Hatîmogûllari diyar kir ku ji bo pêkanîna aşitiyê erka herî girîng dikeve ser milên parlamentoyê û anî ziman ku guherîna qanûna bingehîn ji bo wan ne pêşanî ye.
‘EV YEK WÊ LI PARLAMENTOYÊ WERE ÇARESERKIRIN’
Tulay Hatîmogûllari destpêkê bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û têkildarî komîsyona meclîsê ku Devlet Bahçelî jî banga wê kir, ev yek anîn ziman:
‘’Banga Birêz Abdullah Ocalan, kongreya PKK’ê ya xwefesixkirinê ya piştî bangê û pêvajoya ji niha û pê ve ya guherîn û veguherînê bi rastî jî ji aliyê Tirkiyeyê ve gelekî girîng in. Bi rastî jî ev yek di dîroka Tirkiyeyê ya 100 salî de ji bo aşitiyê derfeteke gelekî girîng e.
Ji ber wê yekê divê desthilatdarî, dewlet, muxalefet û hemû beşên civakê bi vî awayî li nêzî vê pêvajoyê bibin. Ger em vê derfetê baş bi kar neynin mixabin ku em nikarin aşitiyeke mayînde jî pêk bînin.
Girêdayî vê yekê pêvajoya ku Birêz Devlet Bahçelî di 1’ê Cotmehê de daye destpêkirin, di axaftinên xwe de jî nîşan da ku wî bi xwe jî têkildarî çareseriya vê pirsgirêkê peyam hene. A niha jî xebatên komîsyonê hene ku herî dawiyê ev yek anîn ziman. A rastî Birêz Abdullah Ocalan jî hê di hevdîtina ewil de ev yek anîbû ziman. Ji heyeta me re aniye ziman ku ‘divê komîsyonek were avakirin.’
Erê, em avakirina vê komîsyonê gelekî girîng dibînin. Wê naveroka wê çawa be? Wê awayê biryargirtinê çawa be? Wê bibe komîsyoneke ku dikare biryaran bigire? Helbet divê em em van detayan hemûyan biaxivin. Tiştên ku divê li ser werin axivîn ev in.
Lê belê mijara ku divê biryara wê were girtin ev e: Divê parlamento di vê pêvajoyê de bi awayekî fermî vê erkê bixe ser milên xwe. Avakirina komîsyonekê ji ber vê yekê gelekî girîng e. Çimkî helwesta zelal ya Birêz Ocalan, ya me, ya siyaseta demokratîk û ya mixalefetê jî ev e: Ev kar wê li parlamentoyê were çareserkirin. Aşitî wê li parlamentoyê were pêkanîn. Em avabûna vêkomîsyonê gelekî girîng dibînin û me di hevdîtinên xwe yên dawîn ên li gel partiyên siyasî jî ev yek kir rojeva xwe. Destpêkê me seredana partiyên muxalefetê kir. Van rojan em ê seredana partiyên desthilatdariyê jî bikin û em ê vê nêrîna xwe bi awayekî berfireh li gel wan parve bikin.’’
‘NÎQAŞÊN QANÛNA BINGEHÎN JI BO ME HÊ NE ROJEVA SEREKE NE’
Tulay Hatîmogûllari bernameya DEM Partiyê ya têkildarî nîqaşên li ser qanûna bingehîn ku gelek caran tê rojevê jî axivî û diyar kir ku hin pêngavên ku divê destpêkê werin avêtin hene. Tulay Hatîmogûllari ev pêngav anîn ziman û diyar kir ku bes piştî pêkhatina van pêngavan wê çêkirina qanûneke bingehîn pêkan be:
‘’Ji bo pêşketina vê pêvajoyê hin pêngavên ku divê werin avêtin hene. Em dikarin ji vê yek re bibêjin paqijkirina rêyê, nîşaneya niyetê yan jî hin pêngavên lezgîn ên têkildarî mafên mirovan.
Ji bo me yekem pêvgava ku divê were avêtin, dabînkirina şert û mercên guncav ên ku hemû kes bikaribe bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Ev gelekî girîng e. Çimkî ew bi xwe wê vê pêvajoyê bi rê ve bibe û pêş bixe. Ji ber vê yekê divê hemû kesên eleqedar bikaribin li Birêz Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin. Divê yekem pêngava ku were avêtin ev be.
Jixwe em mijarên din jî gelek caran tînin ziman. Mijarên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin. Ev yek ji bo me gelekî girîng e. A rastî em li bendê bûn ku yasaya têkildarî înfazê beriya cejnê were parlamentoyê. Her wiha bicihanîna biryarên AIHM’ê û Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) gelekî girîng in. Bo nimûne ger biryarên AIHM’ê bi lez werin bi cih anîn, wê Birêz Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û kesên ji ber Doza Kobanê hatine girtin, werin berdan. Ev yek ji bo Osman Kavala, Parlamenterê Hatayê yê TÎP’ê Can Atalay û hemû kesên din jî derbasdar e. Dixwazim careke din bînim ziman ku yasaya têkildarî înfazê ji bo me gelekî girîng e û hêvî dikim ku beriya cejnê werin.
Piştî wê pêngava guherînên têkildarî Kanûna Têkoşîna li dijî Terorê ye ku guherîneke mezin hewce ye. Çimkî li Tirkiyeyê hemû gotinên muxalîf bi terorê tên darizandin. Ev yek ne rast e. Weke Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinê de anîbû ziman ku gotibû: ‘Azadî qîrkirina heya dawiyê ye.’ Bi rastî jî ev tê wateya demokrasiyê. Ji ber vê yekê divê Kanûna Têkoşîna li dijî Terorê bi berfirehî were guherîn.
Her wiha pêngaveke din jî têgeha mafê hemwelatîbûna wekhev e. Li Tirkiyeyê gelekî gel û bawer, ziman û çandên cuda hene. Ji ber vê yekê em neçar in ku 86 milyon welatiyên Tirkiyeyê di çarçoveya hemwelatîbûna wekhev de bibînin. Dixwazim diyar bikim ku nîqaşên têkildarî qanûna bingehîn ji bo me hê ne weke rojeva sereke ye. Girêdayî van mijaran divê pêngavên cidî werin avêtin, paqijiya rêyê gelekî girîng e. Me beriya niha jî bi taybetî qala vê paqijiyê rêyê kir.
Tulay Hatîmogullari, da zanîn ku pêkanînên qeyûm bi qanûna ku dijî qanûnê ye di dema Rewşa Awarte de hatiye derxistin re tê domandin û anî ziman ku li 10 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hatine tayînkirin. Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku operasyonên li dijî Ekrem Îmamoglu û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî beşek ji vê hawirdora zextê ye û got, “Divê ev pêkanînên ku kesên hilbijartî dikin hedef di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Di zemîneke wiha de mirov nikare li ser qanûna bingehîn a demokratîk nîqaş bike.”
Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku ji ber vê sedemê divê qanûna qeyûm ji holê bê rakirin, kesên hilbijartî vegerin ser karên xwe û dawî li darizandina wan bê anîn.
Tulay Hatîmogullari, da xuyakirin ku weke partî her tim diyar kirine ku pêdiviya Tirkiyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye û got, “Yên ku herî zêde ji destûra bingehîn a heyî û pêknehatina wê zirarê dibînin em in. Destûra Cuntaya Leşkerî ya sala 1982’an êdî nikare ji pirsgirêkên li Tirkiyeyê re çareseriyê peyda bike. Destûreke bingehîn a demokratîk encax piştî ku zilm ji holê rabe û lihevkirineke civakî ya berfireh çêbibe, wê demê pêkan be.”
Tulay Hatîmogullari, di nirxandina xwe ya li ser Sûriyeyê de diyar kir ku rêveberiya Şamê pêşî li komkujiyan negirtine û hin ji wan jî di bin çavdêriya wan de pêk hatine û got, “Li dijî Elewiyên Ereb, Durzî û Xiristiyanan qetlîamên pir giran pêk hatin.”
Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku jinên Rojava ji bo Rojhilata Navîn bûne mînak û di nava siyasetê de çalak û aktîf bûne. Tulay Hatîmogullari, got ku pergala Rêveberiya Xweser a li Rojava dikare li seranserê Sûriyê bê belavkirin û got, "Pêdiviya Sûriyê bi lezgînî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye."
Tulay Hatîmogullari, anî ziman ku pêşketina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê wê ne tenê bandor li welat bike û got, “Ev yek dikare bandoreke erênî li Sûriye, Iraq û Îranê jî bike. Tirkiyeya ku pirsgirêka Kurd çareser kiriye, ne tenê li Sûriyê... li tevahiya Rojhilata Navîn dikare bibe pêşengê aştiyê.”
Tulay Hatîmogullari, di dawiyê de jî diyar kir ku demokratîkbûna Tirkiyeyê wê ji bo aştiya herêmê diyarker be û got, “Dema ku li Tirkiyê daxwaza aştiyê tê kirin: em bi baweriya ku dê tevkariyê li aştiya herêmê jî bike li pişt vê daxwazê disekinin.”