Serketina Sanchez têrê nake ku hikumetê ava bike

Di hilbijartinên doh de yên li Spanyayê, partiya serokwezîrê sosyal demokrat Sanchez PSOE bû partiya yekemîn. Lê belê Sanchez serweriya li parlamentê bi dest nexist ku karibe hikumetê ava bike.

Gelê Spanyayê di nava çar salên dawî de sê caran ji bo hilbijartina parlamenta nû çû ser sindoqan. Ji bo hilbijartina giştî ya doh bang li 37 milyon dengdêrî hate kirin. Li gorî daxuyaniyên destpêkê yên daîreya hilbijartinê, rêjeya tevlîbûna li dengdanê 60 ji sedî derbas kiriye. Balkêş e ku ev rêje bi 9,5 ji sedî ji rêjeya tevlîbûnê ya hilbijartinên Hezîrana 2016'an zêdetir e.

Li gorî encamên destpêkê ku ji aliyê qenala televîzyonê ya Spanyayê RTVE ve hatin ragihandin, Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Spanyayê (PSOE) ya bi serokatiya serokwezîrê sosyal demokrat Pedro Sanchez, 28 ji sedî yê dengan wergirt û bû partiya yekemîn.

Partiya Gel a Mûxafazakar jî 17 ji sedî yê dengan wergirt û bû partiya duyemîn. Partiya çep Podemos 16 ji sedî, Cuidadanos (Welatî) ya lîberal 14 ji sedî û partiya rastgiriya tund Vox jî 12 ji sedî yê dengan wergirtin. Li gorî vê encamê ku rastgirên tund yekemcar cihê xwe li meclîsa neteweyî girtin, hejmara sosyal demokratan ji bo avakirina hikumetê têrê nake.

Ji bo avakirina hikumetê tenê şensekî Sanchez heye ku Podemos a çep an jî partiyên biçûk ên li meclîsê ber bi aliyê xwe ve bikişîne û bi vî rengî hikumeta koalîsyonê ava bike. Ji ber ku hejmara kursiyên sosyal demokratan û çepgiran a li meclîsê 166 e, ku ji bo avakirina hikumetê jî herî kêm pêwîstî bi 10 parlamenterên din heye.

Ji ber ku encamên di hilbijartina doh de derkete holê hevsengiyên siyasî yên li Spanyayê neguhert, hîn di şeva destpêkê ya hilbijartinê de nîqaşên li ser hilbijartinên pêşwext xiste rojevê.