Sanchez ji bo avakirina hikumetê hate wezîfedarkirin

Li Spanyayê, wezîfeya avakirina hikumeta nû ji Serokwezîrê sosyalîst Pedro Sanchez re hate dayin. Pêvajoyeke dijwar a danûstandinan li ber Sanchez e.

Qralê VI. ê Spanyayê Felîpe, wezîfeya avakirina hikumetê da Serokê Giştî yê Partiya Karker a Sosyalîst a Spanyayê (PSOE) Pedro Sanchez ku di hilbijartinên 28'ê Nîsanê de bi ser ketibû.

Daxuyaniya der barê mijarê ji aliyê Seroka Meclîsa Nûneran Mertixell Batet ve hate kirin ku tevlî civînê bûbû.

Sanchez ku ji sala derbasbûyî û vir ve serokwezîr e, li gorî partiyên din hîn bêhtir şensê xwe heye ku Meclîsa Nûneran baweriya xwe pê bîne. Di hilbijartinên Nîsanê de PSOE'yê 28,7 ji sedî yê dengan wergirtibû û di nava 350 kursiyan de 123 kursî wergirtibû.

Partiya mûxalefeta bingehîn Partiya Gel (PP) jî bû xwedî 66 kursiyan. Partiya çep a radîkal Podemos ku beriya niha piştgirî da Sanchez ji bo hikumetê ava bike xwedî 42 kursiyan e.

Li meclîsê di dengdanê de ji bo Sanchez di tûra destpêkê de bê hilbijartin divê 176 dengan werbigire. Di tûra duyemîn a gengaz de piraniya dengan têrê dike ku Sanchez bê hilbijartin.