Li Rûsyayê bi deh hezaran kesên mûxalîf daketin qadan

Xwepêşandanên li Rûsyayê yên ji bo pêkhatina hilbijartinên azad bi beşdariya bi deh hezaran kesî dom kir. Hate ragihandin ku bi sedan kes di xwepêşandanan de hatin destgîrkirin.

Bi deh hezaran kesên li paytext Moskowayê li hev kom bûn, li dijî astengkirina tevlîbûna hin namzetan a li hilbijartinên xwecihî yên 9'ê Îlonê yên li Rûsyayê xwepêşandanek pêk anîn. Li gorî mûxalîfan derdora 50 hezar kes tevlî xwepêşandana li Moskowayê bûn. Li gorî polîsan jî 20 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûn.

Tevî Moskowayê li bajarên St. Petersburg û Rostov-na-Donu jî xwepêşandan hatin kirin.

Li paytext Moskowayê di xwepêşandanê de herî kêm 135 kes hatin destgîrkirin, tê gotin ku bi bajarên din re ev hejmar gihîştiye 275 kesî.

Hate ragihandin ku xwepêşandanên doh hatin kirin, ji xwepêşandanên li dijî 'hîleyên' hilbijartinên 2011-2013'an û vir ve xwepêşandanên herî girseyî ne.