Li Qahîreyê êrîş li dêrekê hate kirin
Li paytexta Misrê Qahîreyê, li dêrekê ji ber êrîşê 5 kes mirin.
Li paytexta Misrê Qahîreyê, li dêrekê ji ber êrîşê 5 kes mirin.
Li taxa Hîlwan a li başûrê Qahîreyê, li dijî dêra Otodok a Mar Mîna Kiptî êrîşeke çekdarî hate kirin. Ji ber êrîşê herî kêm 5 kes mirin.
Wezareta Karên Hundir a Misrê ragihand, ji kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane 2 jê polîs in.
Şahidên bûyerê ragihandin, di navbera polîsên li ber dêrê û êrîşkaran de şer derket. Hat gotin, operasyona polîsên Misrê ya li herêmê dewam dike û du bombeyên li dora dêrê hatine îmhakirin.
Li gorî agahiyan, yek ji êrîşkaran hatiye bêtesîrkirin û yê din jî dibe ku reviya be.
Li Misrê, meha Nîsanê li bajarên Skenderiye û Tantayê êrîş li du dêrên Kiptî hatibû kirin û herî kêm 45 kes miribûn, bi dehan kes jî birîndar bûbûn.
Li bajarê El Arîş ê li Nîvgirava Sînayê jî meha Mijdarê li dijî mizgeftekê êrîşeke çekdarî û bombeyî hatibû kirin û 305 kesî jiyana xwe ji dest dabûn ku 27 jê zarok bûn.