Li Îranê balafira rêwiyan xwe li rê danî
Balafireke rêwiyan a şîrketa rêyên hewayî ya Caspîan Aîrlînesê ya, li bajarê Bender Mahşehr ê Îranê ji pîstê derket û ket ser rê.
Balafireke rêwiyan a şîrketa rêyên hewayî ya Caspîan Aîrlînesê ya, li bajarê Bender Mahşehr ê Îranê ji pîstê derket û ket ser rê.
Bûyer li bajarê Bender Mahşehr ê li başûrê rojava yê welêt rû da. Li gorî televîzyona Îranê, pîlot balafir gelekî dereng danî û ev jî bû sedem ku balafir ji pîstê derkeve û li bûlvarê bisekine.
Hate ragihandin ku rewşa 135 kesên di balafirê de bûn baş e. Li gorî Rêxistina Hewakariya Sivîl a Îranê der barê qezayê lêpirsînê dest pê kiriye.