'Lawaziya pergala lêzorkirinê sedema bêkontroliyê ye'

Li gorî lêkolînekê, kêmaniya pergala zorlêkirinê ya mirovên nûgihayî, sedema bingehîn a helwestên metirsîdar û bêkontrol e.

Lêkolîn li Kovara Sciences Avenirê hate weşandin û sedema kêmaniya 'xwekontrolkirinê' ya ciwanan hate lêkolîn.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku taybetmendiya herî girîng a bi ciwanên nûgihayî re ew e, ku di nava lêgerîn û hewldanên bi rîsk de ne.

Ji bo vê yekê jî eleqeya ji bo 'sporên ekstrem' hate nîşandan.

Di lêkolînê de ji kesên ku lêkolîn li wan hate kirin hate xwestin ku liv û tevgera xwe, refleksên xwe kontrol bikin.

Di encamê de hate tespîtkirin ku sîstema lêzorkirinê ya mejî (inhibitor) bi wan ciwanan re lawaz e. Ev pergala lêzorkirinê dike ku mirov hîn bi zanebûn û kontrol tevbigerin.

Li gorî lêkolînê, ciwanên nûgihayî ji ber lawaziya vê sîstema lêzorkirinê nikarin tercîhên bi aqilane bikin.