Kesên bi çek li Maliyê bi kêmanî 30 gundî qetil kirin

Li gelek gundên ji pêkhateyên Dogon a navenda Maliyê hemwext êrîş li ser hatin kirin, di êrîşan de bi kêmanî 30 gundî hatin kuştin.

Êrîş roja Çarşemê li sektora Bankassê pêk hatiye, lê ji ber ketina herêmê zehmete, agahî îro hatin piştrastkirin.

Hate ragihandin ku êrîşkar bi pîkaban hemwext êrîşî 4 gundên Dogon kiriye.

Rayedarên xwecihî diyar kirin ku êrîş piştî nîvro pêk hatiye heta nîva şevê dom kiriye.

Hate ragihandin ku jin, zarok û kal jî di nav de bi kêmanî 30 kes mirine, gelek kes winda bûne, ziyanên madî çêbûne. Li gorî nûçeya AFP’ê rayedarekî xwecihî ragihand ku sivîl bi hovane hatine qetilkirin.

Navenda Maliyê ji sala 2015’an û vir ve gelek êrîş lê pêk hatiye. Êrîşên komên girêdana wan bi El Qaîdê re, şideta nav civakî, qetilkirina gundiyan, hesabxwestin û gelek mijarên wiha sûcên wiha li herêmê xwe didin der.

Di meha Adarê de ku li kesên bi çek ên êrîşî gundekî li herêma ku bi Bûrkîna Faso ya Maliyê re bi sînore, 10 kes hatibûn kuştin û gund hatibû şewitandin. Gundê hatibû hedefkirin li herêma Bankassyê bû. 14’ê Sibatê ji gelê Poller 31, li heman herêmê ji gundê Ogossagoûyê jî gundî hatibûn kuştin. Di êrîşa Adara 2019’an a li gundê Ogossagoûyê 160 kes hatibûn qetilkirin.