Katalan dest ji Puigdemont bernadin!

Ji bo lîderê Katalan Carles Puigdemont ji nû ve bibe serokwezîrê hikumeta herêmê, Katalanan hewldanên xwe zêde kirin.

Serokê Herêma Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont, ji bo ji Fînlandiyayê biçe Belçîkayê ji rêya bejahî ve bi rê ketibû, lê 25'ê Adarê li Elmanyayê hatibû destgîrkirin. Rêveberiya Madrîdê, ku Puigdemont ê 55 salî bi îdîayên "teşwîqa ji bo serhildanê" û "rabûna li ber dewletê" sûcdar dike, li tevahiya Ewropayê biraya girtina wî derxistibû.

Siyasetmedarê Katalan Puigdemont ku bi biryara dadgeha Elman bi şert hate berdan û heta dawiya meha Gulanê li benda bidawîbûna pêvajoya darizandinê ye, hewl dide têkoşîna xwe ya siyasî li sirgûnê bidomîne. Tevî ku rêveberiya Madrîdê li ber rabû jî Katalanyayê guh nedayê û 1'ê Cotmeha 2017'an referandûma serxwebûnê kiribû. Piştre hikumeta herêma xweser bi destwerdana Spanyayê hatibû betalkirin.

Hin ji endamên hikumeta berê mîna Puigdemont li sirgûnê dijîn. Beşek jî ji ailyê hêzên ewlekariyê yên Spanyayê ve hatin girtin. Piştî hilbijatina meha Kanûnê ya herêma Katalanyayê hewl hate dayin ku hikumet bê avakirin. Lê belê ji ber ku hewldanên avakirina hikumetê 4 caran bê encam man, rayedarên Katalnyayî duh êvarê berê xwe dan Berlînê.

WÊ PUIGDEMONT PÊŞNIYAR BIKIN!

Puigdemont bi parlamenter û rayedarên Ji bo Katalonya bi hev re (JuntsXCat) re rûnişt ku alîgirê serxwebûna Katalnyayê ne. Piştî hevdîtinê ku 4 saetan dewa kir, her du alî derketin pêşberî çapemeniyê. Berdevkê JuntsXCat Eduard Pujol destnîşan kir ku ji bo Puigdemont ji nû ve bikin serokwezîr wê hewldanên xwe zêde bikin.

Pujol da xuyakirin ku heta 14'ê Gulanê wê bi vê armancê li Meclîsa Herêmê ya Katalanyayê dengdanê bikin û destnîşan kir ku têkoşîna siyasî ya niha naşibe ya çend meh beriya niha. Berdevk Pujol anî ziman ku ji bo çareserkirina krîzê ew rayedarên Spanî jî dawetî hevdîtinan dike û gotina xwe anî ser wê yekê ku ew di vê mijarê de bi hêvî ne.