BI DÎMEN

Karasû: Sozên hatine dayin eger bi cih neyên anîn, em ê nesekinin - NÛ BÛ

Mûstafa Karasû anî ziman ku pirsgirêka Kurd, bêdengkirina çekan, fesihkirina rêxistinê ne ew mesele ne ku bi berjewendiyên ji rêzê nêzîkatî jê re bêne nîşandan û got, "Eger sozên hatine danîn bi cih neyên anîn, em ê jî bi vî rengî nesekinin."

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK'Ê MÛSTAFA KARASÛ

Nirxandina Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa karasû bi vî rengî ye:

"Di vê mehê de gelek şehadetên girîng hebûn. Her wiha beriya demeke kurt yek ji dayikên me yên hêja ku di têkoşîna me de xwedî cihekî girîng bû Dayika Sakîne (Sakîne Arat) jiyana xwe ji dest, bila rehma Xwedê lê be. Yek ji damezrînerên PJAK'ê Hecî Ehmedî jî di nava vê mehê de jiyana xwe ji dest da Wî jî bi minet bi bîr tînim. Mirovekî gelekî hêja bû. Di nava têkoşîna gelê Kurd de xwedî cihekî girîng bû. Hem di nava têkoşîna azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê de hem jî di nava têkoşîna azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê de Hecî Ehmedî tevkariyên gelekî girîng kir. Wê her tim bê bîranîn.

Di vê meha Newrozê de Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, hevrê Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan ku Newroz gihandin vê astê bi hurmet û minetdarî bi bîr tînim. Eger Newroz gihîştibe vê astê helwest, sekn û têkoşîna wan xwedî roleke gelekî girîng e.

Her wiha di Hefteya Lehengiyê de 28'ê Adarê hevrê Mahsûm Korkmaz şehîd bû. Cihê Mahsûm Korkmaz ê di nava vê têkoşînê de tê zanîn. Di artêşbûna gel de, di destpêkirina têkoşîna giştî û pêşvebirina wê de sekn, helwesta wî xwedî roleke gelekî girîng bû. Weke gel em ê her tim wî bi bîr bînin, di nava têkoşîna xwe de xwedî li wî derkevin.

Ji şehîdên serdema destpêkê ya têkoşîna me, di 28'ê Adara 1980'î de li Şikestûn a Mêrdînê sê hevrêyên me şehîd bûn. Mehmet Kûrt, Ahmet Kûrt û Salman Dogrû... Ew jî ji milîtanên destpêkê yên girîng ên têkoşîna me bûn. Hevalên gelekî hêja bûn. Wan jî bi minet û hurmet bi bîr tînim. Dema ku ew şehîd bûn em li girtîgehê bûn.

Her wiha Abdûrrahman Timokî bi minet û hurmet bi bîr tînin ku di nava vê mehê de şehîd bû. Mirovekî gelekî hêja bû, oldarek bû, mirovekî xwedî baweriyê bû. Li gel temenê xwe jî di salên dawî de bû Apoyî, bû PKK'yî, tevlî PKK'ê bû. Ji ber ku wî ola ku jê bawer dikir, nirxên erênî yên li nava Îslamê di nava partiya me de dît. Dît ku partiya me xwedî li nirxên exlaqî yên rasteqîn ên ku ew jê bawer dike, li nirxên wijdanî, nirxên civakî xwedî derdikeve. Bi rastî jî bû Apoyî.

Di wî temenî de piştî ku tevlî nava partiyê bû li Helebê karê gel kir. Dibe ku kêm tê zanîn, lê belê di nava komîteyekê de bû ku yekser ji aliyê Rêber Apo ve hate wezîfedarkirin, li Helebê karê gel kir. Ji ber ku pêşketina têkoşîna PKK'ê weke pêkhatina nirx û armancên xwe didît. Heta nefesa xwe ya dawî dilsozê vê têkoşînê bû. Wî bi minet û hurmet bi bîr tînim.

PKK ŞOPDARÊ ŞEHÎDÊN AZADIYÊ YE

Bêguman di nava vê mehê de du bûyerên girîng hene. Ya destpêkê, piştî hilweşîna Komara Mahabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê rêberên wê hatin darvekirin û şehîd bûn. Qazî Mihemed û hevalên wî hatin darvekirin. Wan jî bi minet bi bîr tînim. Ew di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng in. Di rabûna Kurdan de di zindîbûna dilxwaziya azadiyê ya Kurdan de bi roleke girîng rabûn. Wan tevkariyeke mezin li vê têkoşînê kir. Em jî ji xwe bi têkoşîna xwe bersivê didin bîranîna wan.

PKK şopdarê hemû şehîdên azadiyê ye ku berê ji bo Kurdistanê têkoşiyan. Di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wan û têkoşîna wan derket. Doh jî bi vî rengî bû, îro jî bi heman rengî ye, sibe jî wê bi wî rengî be.

Bêguman şehîdên din jî hene ku divê em wan bi bîr bînin. Ev jî Mahîr Çayan û hevalên wî ne ku 30'ê Adara 1972'an li Kizildereyê di şer de şehîd bûn. Mahîr Çayan yek ji rêberên girîng ên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê bû. Eger îro li Tirkiyeyê çepgiriyek hebe, ruhekî şoreşgerî hebe, kelecanek hebe, di afirandin û dewamkirina vê de fikir, pratîka Mahîr Çayan xwedî bandoreke girîng e.

Rêber Apo jî sempatîzanê Mahîr Çayan e. Ji xwe dema ku Mahîr Çayan li Kizildereyê hate qetilkirin, li Fakulteya Zanyariyên Siyasî ku dibistana Mahîr Çayan lê dixwend, Rêber Apo pêşengî ji boykotê re kir. Wê demê cwian bû, xwendekarê polsa yekemîn a zanîngehê bû. Di nava ti rêxistinê de nebû. Sempatîzanekî şoreşger bû, sempatîzanê Mahîr Çayan bû. Û pêşengî ji boykotê re kir. Ji ber vê pêşengiya xwe demekê hate girtin. Dema ku Denîz, Yûsûf, Huseyîn hatin darvekirin, Rêber Apo heft mehan girtî ma.

Têkoşîna Mahîr Çayan, berxwedana wî bandora xwe li têkoşîna me jî kir. Em hîn jî di têkoşîna xwe de xwedî li wî derdikevin. Wan bi minetdarî û hurmet bi bîr tînim.

GELÊ KURD 50 SAL IN XWE JI NÛ VE DIAFIRÎNE

Di vê mehê de her wiha bûyereke gelekî girîng qewimî. Li Mûşê 14 hevrêyên me yên gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Ev rewş li Amedê û tevahiya Kurdistanê bû sedema serhildanê û hêrseke dîrokî. Di encama vê de jî Amed rabû ser piyan. Çalakiya Adara 2006'an a Amedê di dîroka Kurdistanê de yek ji çalakiyên herî girîng e. Rojeke welê ye ku welatparêziya Kurdistanê, ruhê berxwedanê, sekna milîtaniyê, welatparêziya gel û pîvanên têkoşînê xurt bû. Wê rojê Amedê xwe careke din ji nû ve afirand. Ji xwe di nava têkoşîna me ya 50 salî de gelê Kurdistanê xwe timî ji nû ve diafirîne. Serhildana Adara 2006'an jî bû rûpelekî nû ku gelê Kurdistanê, gelê Amedê xwe ji nû ve afirand.

Ev yek girîng e. Amed tê wateya ruh, ruhê Kurdistanê. Berxwedêriğya Amedê berxwedêriya Kurdistanê ye. Pîvanên welatparêziyê, pîvanên têkoşînê yên Amedê di heman demê de pîvanên welatparêzî û têkoşînê yên Kurdistanê ne. Lewma Serhildana Amedê ya sala 2006'an rojeke welê ye ku pîvanên serhildan, têkoşîn û welatparêziyê yên li Kurdistanê bilind bû. Em careke din destnîşan bikin; wê rojê xelkê Amedê xwe ji nû ve afirand. Hemû pîvanên nirxan ên gelê Kurdistanê jî bilind bûn. Ne tenê pîvanên xwe yên têkoşîn, welatparêzî û berxwedêriyê, her wiha pîvanên welatparêzî, têkoşîn û berxweriyê yên gelê Kurdistanê jî bilind kir. Bi wesîleya vê mehê wan 14 hevrêyên me bi minet û hurmet bi bîr tînim, xelkê Amedê yê rabû ser piyan careke din silav dikim.

Me Hefteya Lehengiyê derbas kir. Bêguman hefteyeke sembolîk e lê belê îro gerîlayên Kurdistanê hemû bûne leheng. Gel bi temamî bûye leheng. Ev yek bêguman encama têkoşîna 50 salî ye. Lê belê yê ku ev destpêk afirand fedaiyê herî mezin Rêber Apo ye. Di nava wan şert û mercan de ku Kurd û Kurdistan hatibû jibîrkirin, têkoşîna ji bo Kurd û Kurdistanê weke sûcê herî mezin dihate dîtin, Rêber Apo ev yek da ber çavên xwe, têkoşîn da destpêkirin û fedakariyeke mezin kir. Divê bi vî rengî bê fêhmmkirin. Ji xwe Rêber Apo dema ku got 'Kurdistan di bin mêtingeriyê de ye' wê demê bêdengî hebû. Ji ber ku destpêkirina rêxistineke radîkal, destpêkirina rêxistineke ku çarenûsa Kurdistanê biguherîne ji bo dewleta Tirk dijminatiya herî mezin, metirsiya herî mezin bû. Rêbertî bi vê wêrekiyê rabû.

Her wiha gava Rêbertî ya wê demê divê bi vî rengî jî bê nirxandin. Wê demê çepgiriya Tirkiyeyê bêguman bi bandor bû. Di nava ciwanan de, di nava derdorên çep de bi bandor bû. Di nava ciwanên Kurd de jî hin kom hebûn, komên weke Rizgarî yan jî DDKD bi bandor bûn. Yanî neteweperestiya reformîst yan jî neteweperestiya hevkar bi bandor bû. Di rewşeke bi vî rengî de rabûna weke komekê wêrekî bû, gaveke girîng bû. Ne hêsan bû. Rabûna ji nava wan şert û mercan, avakirina komê, pêşvebirina wê ne karekî hêsan bû. Pêşvebirin û birêxistina komeke bi vî rengî, têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê ne hêsan bû. Ji xwe ji roja destpêkê û pê ve hem hêzên çep ên li Tirkiyeyê xwe qebûl nekir, ji xwe nedît, hem jî komên Kurd ew biçûk dît û ji xwe nedît.

RÊBER APO ARTÊŞA FEDAIYAN, GELEKÎ FEDAÎ AFIRAND

Dema ku komê destpê kir hem li nava komên çep ên Tirk beşeke girîng hem jî hin komên Kurd bi gotina, 'Apo 15-20 kes ber bi xwe ve kişandiye, wê Kurdistanê ava bike' henekê xwe dikirin. Biçûk didîtin, pê dikeniyan. Di rewşeke bi vî rengî de komê destpê kir û Rêber Apo ev gotina destpêkê kir: 'Şoreşa Kurdistanê zehmet e, hêsan nîne. Eger weke komekê em ê ava bibin, vê têkoşînê bimeşînin divê em van zor û zehmetiyan bidin ber çavên xwe. Divê her kes vê bide ber çavên xwe'.

Yanî ji me re negot, 'Şoreş tiştekî hêsan e, derfetên vê hene'. Got, 'Şert û merc gelekî zehmet in, derfet nîne, demeke bi pirsgirêk e, cografyayeke zehmet e, dijmin zalim e'. Her wiha dema ku qala rastiya civaka Kurd dikir, ji bo nîşan bide bê mêtingerî di kîjan astê de li Kurdistanê serwer e, ji bo nîşan bide bê civaka Kurdistanê çiqasî bala xwe li ser me ye yan na, gotibû 'Hema bibêje Kurdekî bi tenê nema ye ku xiyanet li xwe nekiriye'. Dema ku ev got, mebesta wî ew bû ku kesayetek, fikrek û seknekî ku karibe li dijî qirkirin û mêtingeriyê îradeyê nîşan bide û têbikoşe nemaye. Ji ber ku têkoşîna li hemberî dewleta Tirk, têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a mêtinger qirker ne hêsan bû. Ev yek bi gotinê, bi dirûşmê nedibû.

Lewma Rêbertî her tim qala nebûna fikir û hesteke bi vî rengî, kêmasiya feraseta berxwedanê ya bi vî rengî, nebûna feraseteke bi vî rengî dikir. Bêguman rastiya Kurd, rastiya gelê Kurd hebû lê belê îrade û sekneke ku karibe vê polîtîkaya qirker mêtinger a dewleta Tirk asteng bike, rawestîne tine bû. Wê demê rastiya civakeke welê hebû ku di nava dorpêçiya mêtingerî-qirkeriyê de tevdigeriya hebû.

Di nava rastiyeke bi vî rengî ya civakê de artêşa fedaiyan afirand, gelekî fedaî afirand. Gelê Kurd îro fedaî ye, gelê herî fedaî yê cîhanê ye. Gelo ev çawa hate afirandin? Roja destpêkê Kurd rexne kir, kêmasiyên wê nîşan da. Bêguman bi rexnekirina Kurdan re di heman demê de xwe rexne kir. Her wiha digot, 'Li Kurdistanê mirovekî tam nîne, em ê têkoşîna tambûyînê bimeşînin'. Rastiyeke bi vî rengî fedaîtî afirand.

Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên Rêbertî gelekî girîng e: Welatparêziyeke kûr, dilxwaziyeke azadiyê ya kûr pê re heye ku bi vî hestî fikrî, bi uslûbê, rêbaza xwe hêrsa li nava mirovan nîşan dide, li hemberî mêtingerî û qirkeriya li Kurdistanê hêrsê diafirîne, hêrsê mezin dike. Vê yekê fedaîtî afirand, rastiya gel ê mezin afirand.

Ji ber ku eger tu zilma li ser me, zextê hîs neke, hêrsa xwe nîşan nede, tu yê nikaribe kûrahiya wê fêhm bike, tu yê nikaribe têkoşîneke mezin bimeşîne. Bandora herî girîng a Rêbertî ev bû. Gel be, ciwanek be, komek be, kesek be hêrs, hişmendî û dilxwaziya azadiyê dida her kesî.

Fedaîtî bi vî rengî tê afirandin. Ruhekî fedaî yê ji bo azadiyê afirand. Çawa ku Kemal Pîr gotibû, 'Ez ji jiyanê gelekî hez dikim ku di oxira wê de dikarim canê xwe feda bikim', Rêbertî jî ji bo mirovan xeteke jiyanê, armancek danî holê ku karibin di oxira wê de fedakariyê bikin. Di rewşeke bi vî rengî de fedakariyên mezin hate afirandin. Ya ku Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê afirand, kesayetiya fedaî ya Rêber Apo ye. Ruhê Rêber Apo ye. Hêrsa Rêber Apo ya li dijî mêtingeriya qirker e, ruhê wî yên têkoşînê ye, dilxwaziya wî ya azadiyê ye, asta berxwedanê ya li zindanê afirand. Divê bi vî rengî bê dîtin.

Fedaîtî, dilxwazî, eşqa azadiyê, hêrsa li dijî dijmin, mêtingerî û qirkeriyê ya Rêber Apo li zindanê di asta herî bilind de derbasî pratîkê bû. Hestên Rêbertî kete pratîkê.

Rêber Apo 50 salan Rêbertî ji vê re kir û ji Mazlûman heta Mahsûman, ji Asyayan heta Rojgeran bi sedan, bi hezaran fedaî afirand. Ev hemû encama dilxwaziya azadiyê ya Rêber Apo, hişmendî û kûrahiya dilsoziya bi armancê re ya Rêber Apo ye. Divê bi vî rengî bê dîtin.

DILXWAZIYA NEWROZÊ DILXWAZIYAN AZADIYÊ YE

Bi rastî jî ev Newroz bû Newroza asta herî bilind. Bi rastî jî bi vî rengî bû. Ji bendewariyên me wêdetir sekn, kelecan, coş û xwedîderketina civakê di vê Newrozê de hebû. Nîşan da ku 'Newroza gel' e.

Rêber Apo ji bo gelê Kurd got, 'Gelê Newrozê'. Mebest ji gelê newrozê gelekî berxweedêr bû. Newroz ewqasî berfireh û kûrbûna rastiya gelekî ye. Kûrbûn, hêz û bandora Newrozê çiqas be ya rastiya gel jî ewqas e.

Ber bi salên 1970'î re bi taybetî li Bakurê Kurdistanê rastiya Newrozê hate afirandin. Newroz û rastiya gel di nava hev de ne. Ji ber ku Newroz nirxê herî bingehîn ê gelê Kurd e. Nirxekî xwedîderketina li dilxwaziya azadiyê ye. Ji ber vê yekê di salên 1970'î de bi rastî jî gihîştibû astekê.

Di vê mijarê de tê pirsîn bê çi hîs dikim? Me destpêkê sala 1977'an de li Dîlokê Newroz pîroz kir. Newroza me ya destpêkê ya herî mezin, ya herî bi bandor Newroza sala 1977'an a li Dîlokê bû. Wê demê me li ser gir lastîk kom kirin. Li hemû xaçerêyên mezin ên Dîlokê me lastîk kom kirin. Piştre jî me bombe avêt nava bankayan. Di heman demê de agir berdan lastîkan. Agir berdan wan lastîkên li ser rê. Xelkê Dîlokê ku bi Newrozê nizanîbû -Kurd an jî Tirk- matmayî mabû. Digot, 'Çi bûye, îro her der dişewite? Agir bilind dibe?'

Ji wê rojê û vir ve her sal Newroz hîn bêhtir bi pêş ket, bû xwedî kûrahiyeke wateyê, beşên hîn berfireh ên civakê xwedî lê derket û gihîşt vê astê. Gelê Kurd jî mezin bû û bi pêş ket, hestên demokrasî û azadiyê mezin bû û bi pêş ket. Ev dilxwaziya Newrozê di heman demê de dilxwaziya azadiyê ya gelê Kurd, dilxwaziya demokrasiyê, bilindkirin û kûrkirina daxwaza jiyana bi nirxên xwe ye. Ji ber vê yekê gelekî girîng bû. Yanî ma gelek dikare bê eciqandin, ji dîrok dikare bê jêbirin, têkoşîna azadiyê dikare bê têkbirin? Nepêkane.

Ji ber vê yekê Newroz ne tenê rojek e. Ji bo Kurdan tê çi wateyê, ji bo Kurdistanê, ji bo gelên Rojhilata Navîn tê çi wateyê; divê bi vî rengî bê nirxandin. Bi vê Newrozê re gelê Kurd nîşan da ku ne tenê ji bo xwe her wiha ji bo tevahiya Rojhilata Navîn pêşengiyê ji azadî û demokrasiyê re dike. Dilxwaziya azadiyê, dilxwaziya demokrasiyê, dilxwaziya edaleta gel, helwesta têkoşînê ya li dijî neheqiyê ye.

Civakîbûna vê yekê -ji heft heta heftê salî, ji jin heta mêr- rastiya civakî ya Kurd, di şexsê Newrozê de encama têkoşîna dehan slan e, nîşan dide bê gihîştiye kîjan astê. Divê Newroz bi vî rengî bê dîtin. Jİ ber ku bi rastî jî em gelekî kelecanî bûn.

Li hemû parçeyên Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê Newroza îsal gelekî cuda bû. Li Ewropayê, li Rojava, li Bakur cuda bû. Newroza li Stenbolê gelekî mezin bû; nîşan da ku têkoşîna pêncî salî encamên çawa afirandiye. Di heman demê de xwedîderketineke mezin a li banga Rêbertî ya 27'ê Sibatê bû.

Em her tim dibêjin, Newroza her salê bernameya têkoşînê ya wê salê ye, kongreya wê salê ye. Yanî armanc û rêbaza têkoşînê ya wê salê li qadên Newrozê têne destnîşankirin. Newroz aîsal jî xwedîderketina li peyama 27'ê Sibatê ya Rêber Apo, qebûlkirin û erêkirina wê peyama dîrokî ji aliyê gelê Kurd bû. Ev xwedîderketina gelekî girîng bû. Banga Rêber Apo, wêneyê li Îmraliyê hate kişandin civak motîve kir. Enerjiyeke mezin afirî.

Bêguman mezinahiya Rêber Apo ye. Rêber Apo rastiya gelekî afirand. Divê her kes vê bibîne. Di pêşengiya Rêber Apo de divê her kes nirxên PKK'ê silav bike û ferq bike. Ev yek tiştekî ji rêzê nîne. Li holê rastiya gelekî ya welê heye, ku li Rojhilat bi bandor e, li Başûr bi bandor e, li Rojava bi bandor e, li Ewropayê, li cîhanê bi bandor e. Ev yek hemû jî bi pêşengiya Rêber Apo ye, encama fikir û hestê Rêber Apo ye. Ya ku divê her kes niha silav bike ev e. Em dibînin bê li Rojhilata Navîn 'atmosfereke Kurd' a çawa heye. Ev nebe, ev têkoşîn nebe gelo destketiyên li Başûr dikarin bêne afirandin? Li Rojava destketî dikarin bêne bidestxistin? Kîjan ji wan dikare bê parastin. Divê her kes vê rastiyê bibîne.

Gelê Newrozê çi afirand, çi ava kir? Divê ev yek bê dîtin. PKK'ê çi afirand, Rêber Apo çi afirand? Ne ji van bûya wê kîjan destketî bihatina bidestxistin? Bi têkoşîna me re hin tişt hatin bidestxistin, têne parastin. Mezinahiya Newrozê, zindîbûna gel a li hemû parçeyan, xwedîderketina li Newrozê li holê ye. Ya ku ev zindîbûn afirand, ev encam afirand, divê bê dîtin.

EGER SOZÊN HATINE DAYIN BI CIH NEYÊN ANÎN WÊ TEVGERA ME NESEKINE

Rêber Apo bang kir. Ev bang çi bû? Ya rast Devlet Bahçelî gotibû, 'Bila bangê bike, bangê bike ku rêxistinê fesih bike, şer rawestîne'. Her wiha gotibû, 'Bila bangê bike, hingî wê mafê hêviyê bikeve dewrê'. Rêber Apo bang kir. Di çarçoveya fesihkirina rêxistinê û rawestandina têkoşîna çekdarî bang kir. Lê belê got, ji bo vê jî divê kongre bê civandin û ew xwe vê kongreyê bi rê ve bibe. Belê, ev mijar li Îmraliyê hatin nîqaşkirin, nirxandin. Hevalên Besê û Abbas jî bal kişandin ser vê yekê. Bi bangê re wê di nava hefteyekê, deh rojan de şert û mercên Rêber Apo bihatina guhertin. Lê belê ti gav nehate avêtin.

Wê demê em ê bi çi bawer bikin? Hate gotin, 'Bila bang bê kirin, wê mafê hêviyê bikeve dewrê'. Bang hate kirin, mafê hêviyê neket dewrê. Gotin, 'Wê şert û mercên li Îmraliyê bêne guhertin'. Nehatin guhertin. Gotin, 'Wê Rêber Apo bibe xwedî şert û mercên kar û azadiyê'. Ev yek nebû.

Ev rewş bêguman li ser armanc û hesabên desthilatdariya AKP-MHP'ê dibe sedema fikar û gumanan. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke gelekî mezin e, bêdengkirina çekan, fesihkirina rêxistinê... Ev ne meseleyên ji rêzê ne. Ew bi xwe dibêjin, 50 sal in ji dewleta Tirk re dibe pirsgirêk. Demîrel digot, 'Raperîna herî mezin a hezar salî'. Ê, hûn ê bi vî rengî nêzîk bibin? Yanî bi rengekî teng, ji rêzê, bi berjewendiyên partiyê yên ji rêzê nêzîk bibin? Ev yek ne rewşeke bi vî rengî ye.

Ji ber vê yekê em disekinîn, Rêbertî disekinî. Em li benda gavavêtinê bûn, li benda dewamkirina hevdîtinan bûn. Çi bû? Heyet naçin. Ya rast, ev jî mijûlkirin e, weke ku nêzîkatiyeke sekinandinê tê dîtin. Li gorî rewşê tevdigerin...

Soz hene ku hatine dayin. Hem soza Bahçelî heye hem jî hin sozên cuda li Îmraliyê hatin dayin. Ev soz bi cih nayên anîn. Di vê rewşê de wê çi bibe? Li gel vê yekê jî em bi xwînsarî tevdigerin. Rêbertî jî bi xwînsarî, bi sebir tevdigere. Lê belê sînorekî vê heye. Li hemberî partî, rêber û rêxistina gelekî nêzîkatiyeke bi vî rengî nabe. Helwesteke dûrî ji cidiyetê ye. Qîmetê ti sozê namîne. Bi xwe dibêjin, 'Bila bilez e'. Dibêgjin, 'Em bi lez encamê werbigirin'. Ka li ku ye? Rewşeke welê heye ku ji her alî ve dibe sedema gumanan. Me ji destpêkê ve gotibûn, li ser nêzîkatiya dewleta Tirk gumanên me hene. Neavêtina gavê bû sedem ku ev guman hîn zêde bibe.

Belê, dibe ku mirov hinekî din li bendê bisekine, li pêvajoyê binihêre. Lê belê eger dîsa jî gav neyê avêtin, sozên hatine dayin bi cih neyên anîn, em ê jî nesekinin, bi vî rengî li bendê nemînin. Hingî em ê bi rengekî cuda binirxînin. Em ê hîn bi şênberî nîşan bidin bê ev nêzîkatî tê çi wateyê.

PIRSGIRÊKA MEWZÛATÊ TENÊ HINCET E, SEDEMA EWARE KIRINÊ YE

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, piştî rojeva fesxkirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ket rojevê, her behsa ‘mewzûatê’ dike û em bi vê yekê dikenin. Te heta niha li gorî kîjan mewzûatê tevgeriyayî? Dema tu dikî dibêjî ‘mewzûat heye’, dema nakî nabe. Tu guh nadî gotinên tu kesî.Yekîtiya Ewropa dibêje tu guh nadî, dadgeha destûra bingehîn a li Tirkiyeyê dibêje, tu guh nadî.

Ewqas ‘mewzûat’ kirina rojevê, mîna ku henekên xwe bikin. Dibêjin ‘Mewzûata me nîne’. Çiye ev ‘mewzûat mafê hêviyê tine ye!’ Tirkiye di nava Konseya Ewropayê de weke welatek cih digire. Serdestiya qanûnên Yekîtiya Ewropayê li ser qanûnên xwe qebûl kir. Yanî qanûnên navneteweyî di ser destûra bingehîn a welatê xwe re qebûl kiriye. Ji xwe di mijara mafê hêviyê de Dadgeha Ewropayê ji Tirkiyeyê re got ‘pêk bîne’. Ji berê ve jî gotibû.

Di vê mijarê de tiştek bi navê ‘mewzûatê’ nîne. Eger bixwazin dikarin yekser pêk bînin. Kîjan mewzûat wê pêşiya vê yekê bibe asteng? Lê ev mijar heye, Rêbertî û Tevgera me her tim dibêjin. Di qada demokratîk de jî tê ziman. Divê hin qanûn yekser bên derxistin. Me jî û mûxalefet jî vê yekê gotibû: Bila bînin meclîsê û meclîs biryar bide. Meclîs di ser her tiştî re ye. Qanûn ji aliyê meclîsê ve tê diyarkirin. Niha dewleteke qesrê ya cuda heye. Erdogan kîjan qanûnê bixwaze derdixe, ya ku nexwaze jî dernaxe. Ji aliyek ve gotina Qesrê pêk tê. Lê hema hema hemû mûxalefet dibêje ‘bila were meclîsê, em ê piştgirî bidin.’ Red nakin. Heta madeya Destûra Bingehîn jî dikare bê guhertin. Hemû partî dibêjin, ‘bila pirsgirêk li meclîsê çareser bibe.’

Ev yek jî tê wateya ku ‘meseleya mewzûatê’ tenê hincet û sedema ewarekirinê ye. An di bingeh de rastiyek wê nîne.

HER KU ŞER DIRÊJ DIKE HIN KES RANTÊ BI DEST DIXIN

Eşkere ye ku yên li dijî agirbestê derdikevin ew kes in ku dixwazin şer dewam bike. Di rastiyê de li Tirkiyê aliyek diyar heye ku dixwaze şer bidome. Ji rantê û hinceta 'têkoşîna li dijî terorê' sûdê werdigire. Di salên 90'î de Rêber Apo digot 'ranta li ser Apo û PKK'ê'. Her ku şer dewam dike, hin ji wan rantê bi dest dixin. Hê jî ev yek didome. Her wiha şer dikin hincet hewl didin mûxalefetê bitepsînin û her kesî terorîze dikin. Heta partiyên qanûnî jî weke ku bi ‘terorîzmê re têkildar e’ nîşan didin. 

Ev aliyê meseleyê jî heye. Yên ku naxwazin van sedeman winda bikin, dixwazin şer bidome. Li dijî agirbestê jî derdikevin. Niha Rêber Apo bangek kir û got, "PKK’ê wê kongreya xwe bicivîne, xwe li wir fesx bike û têkoşîna çekdarî bisekinîne." Ev dê çawa bibe? Divê du tişt pêk bên. Pêşî ji bo ku kongre bicive divê şertên ewle werin dabînkirin. Ji ber vê yekê pêwîst e êrîş rawestin. Ya duyemîn jî divê Rêber Apo jî beşdarî kongreyê bibe û bi rê ve bibe.

Bêyî kongre, ti partî fesx nabe. Kongre wê bê lidarxistin. "Di rêziknameya partiyan de tiştekî wisa tune ye ku 'fesx ji aliyê kesek diyarkirî ve’ tê pêkanîn. Tenê bi biryara kongreyê dikare bê fesxkirin. Eger bêyî biryara kongreyê bibêjim "min fesx kir" jî, eger endamên PKK'ê kongreyê lidar nexînin, wê partî dewam bike. Ji ber ku biryareke kongreyê nîne. Ji ber vê yekê kongre esas e. Û divê ewle be. Ev jî divê di hawireke agirbestê de pêk were. Dema ku şer bi hemû dijwariya xwe didome û êrîş bidomin wê kongreyeke çawa çêbibe? Nabe.

Ango naxwazin PKK’ê fesx bibe. An wê ji bo pêkhatina kongereyê derfet ava bikin û tevlîbûna Rêber Apo misoger bikin. Encax bi vî rengî dikare bê fesxkirin. Wisa pêkan e. Em li dijî "bi biryara Kongreyê em fesx bikin’ dernakevin. Rêbertî wê tevlî bibe û PKK’ê jî ji bo kongreyê wê bicive. Têkoşîna çekdarî dikare bê terikandin. Lê şert û mercên vê yekê pêwîst in.

Hevalan gelek caran gotin. Damezrînerê vê partiyê Rêber Apo ye. "Partî" tê wateya îdeolojiyê, tê wateya siyasetê; Ya ku teşe daye vê partiyê Rêbertî ye. Rastiyeke bi vî rengî heye. PKK’ê îro di xeta îdeolojîk a Rêber Apo de têdikoşe. Ji gelek aliyan ve xwe guherandiye. Şêwazên salên 1990'î guherand, li şûna wê paradîgmaya nû bi jiyanî kir. Niha dê vê dîsa biguherîne. Çi ye? Li şûna têkoşîna çekdarî wê rêbazên din ên têkoşînê bikevin dewrê. Ji xwe jê re dibêjin "siyaseta demokratîk" yan jî tiştekî din. Di vî alî de banga me girîng bû.

Em bi berpirsyarî tevgeriyan, me yekser bersiv da wê bangê û me diyar kir ku em banga Rêbertî qebûl dikin. Me got ‘em ê erkên dikevin ser milê me bi cih bînin.’ Ma em ê hê çi bikin? Em pêdiviyên bangê bi cih tînin, lê aliyê din pêk nayne. Me negot ku em ê PKK'ê fesx nekin û dawî li têkoşîna çekdarî neyînin. Lê belê ji bo ev yek pêk were divê kongreya PKK'ê pêk were û Rêber Apo jî tevlî bibe. Nêzîkatiya heyî ne rast e.

Devlet Bahçelî derdikeve û dibêje, "Bila werin Milazgirê û li wir bikin.” Ti cidiyeta vê nîne. Hûn şer ranawestînin, hûn PKK'yiyên dibînin dikujin û êrîş bidomînin. Ev tê çi wateyê? Li kur te rêveberek PKK’yî û gerîla dît tunê lêbidî. Wê demê wê çawa kongre pêk were? Ji ber vê yekê nêzîkatiyên Devlet Bahçeli ne cidî ne. Ji xwe li gorî banga xwe jî tevnegeriya. Gotibû, "Bila Rêbertî bangekê bike, bila ji mafê hêviyê sûdê bigire.” Li holê tiştek nîne. Ev yek tê wê wateyê ku aliyek heye dixwaze şer dewam bike.

EM DIXWAZIN PÊVAJOYÊ BI PÊŞ VE BIBIN, LÊ EM BI BALDARÎ TEVDIGERIN

Gelê me baweriya xwe bi Rêber Apo û Partiyê tîne. Ti gumana gel jê nîne ku ev pêvajo bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin. Gel dizane Rêber Apo li gorî berjewendiyên gel tiştekî dike û baweriya xwe bi vê Tevgerê tîne. Di vê wateyê de pirsgirêka gel nîne, bawer dike. Gel di Newrozê de bi hemû hêz û coşa xwe xwedî li bangê derket.

Lê belê rastiya ku dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP'ê ti gav neavêtiye, di nava dost û gel de gumanan zêde dike. Em ji xwe dizanin: Dema mijar dibe dewleta Tirk em bi baldarî tevdigerin. Em her tim bi baldar in. Em dixwazin pêvajoyê pêş ve bibin, lê em bi baldarî tevdigerin. Û em tu carî dev ji hesasiyeta xwe bernadin. Lê belê divê hesasiyet neyê wateya "nekirina tiştekî, nepêşvebirina pêvajoyê û ne ser xistin e.” Divê em wisa tevbigerin.

ARMANCA ME EW E KU EM DERBASÎ QONAXEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ BIBIN

Niha armanca me ew e ku em derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê bibin. Qonexeke nû ya têkoşînê, destpêkeke nû... Li şûna rê û rêbazên têkoşînê yên kevn bi rê û rêbazên nû yên têkoşînê dewam kirin. Armanca xwe wisa bi ser xistin… Paradîgmaya me ji xwe diyar e; Di bernameya me de jî ti guhertin nîne. Bi paradîgmaya nû re me ew zîhniyeta dewletparêz û desthilatdarîparêz berda. Me feraseta dewletparêz, otorîter a kevn terikand û me berê xwe da feraseteke azadîparêz û demokratîk ku dûrî dewlet û desthilatdariyê ye. Me bawer kir ku ev rêya herî baş e ku gelê Kurd bigihije mafên xwe yên bingehîn. Li şûna dewletê me got konfederalîzma demokratîk; Me got demokrasiya radîkal, me jê re got xweseriya demokratîk. Ev hemû kêm an jî zêde heman têgihan in.

Em ji kesên pirsa “Civaka demokratîk çi ye” dipirsin re dibêjin: Civaka demokratîk tê wateya civaka rêxistinbûyî; Rêxistinbûyîna tevahiya civakê tê wateya demokratîkbûyîna civakê. Li ser vî esasî wê demokratîkbûn pêş bikeve. Di vê çarçoveyê de wê nasnameyên cuda û beşên cuda li ser bingeha demokratîk nêzî hev bibin. Gelên li Tirkiyeyê û gelê Kurd jî wê li ser bingeha demokratîk nêzî hev bibin. Civaka demokratîk nêzîkatiya azad a hemû beşên cuda yên civakê li hemberî hev e.

Demokrasiya radîkal jî rêxistinbûyîneke demokratîk a xwe dispêre civaka rêxistinbûyî ye, sîstemeke demokratîk e. Konfederalîzma demokratîk jî wisa ye. Ne bi rengê dewletê ye; sîstemeke civakî-siyasî ye ku xwe dispêre rêxistinbûyîna civakê bi xwe. Civak bêyî li benda dewletê bisekine, sîstema xwe ava dike. Bêguman dewlet jî wê di asteke ku li pêşiya demokrasiyê nebe asteng de hesas tevbigere. Perspektîfeke me ya bi vî rengî heye.

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em çi dixwazin diyar e. Gelê Kurd xwedî daxwazên bingehîn ên demokratîk e; mafên wan ên ji nîqaşê re girtî, hene Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî nayê nîqaşkirin, xwerêveberî mafekî ku nayê nîqaşkirin û xwedî nasname ye. Ji bo ev yek pêk werin, rê û rêbazên me diyar in. Di pêvajoya nû ya têkoşînê de dikare qala van bê kirin.

Lê em dibêjin "demokratîkbûn", Rêbertî dibêje "veguherîna demokratîk û civaka demokratîk." Lê dema ku gav neyên avêtin dost û gelê me dibêjin “ev wê veguherîna demokratîk pêk bînin, ev wê civaka demokratîk ava bikin?” û gumanên wan çêdibe. Belê, ev gumanên bêbingeh nînin. Yanî tê wateya aliyê din pêvajoya têkoşîna demokratîk qebûl nakin û naxwazin têkoşînê di çarçoveya demokratîk de bimeşînin. Ji ber vê yekê gumana ku gel û dostan ji destpêkê ve dijîn, dewam dike û kes nikare bêje ku ev guman neheq e.

Li aliyê din em jî vê dibêjin. Em dixwazin bi Rêbertî re pêvajoyeke bi vî rengî bimeşînin; Em dixwazin banga ku Rêbertî kiriye pêk bînin, ji bo kongreyê li hev kom bibin û li gorî vê bangê tevbigerin. Em di vê mijarê de ji xwe bawer in. Tu dudilîya me tune ye. Em ne dudilî ne. Em bi xwe bawer in. Em ê di qonaxa nû ya têkoşînê de têkoşîneke mezintir û bi bandortir bimeşînin. Em ê têkoşîna demokrasiyê ya civakê mezin bikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dema ku pêdiviyên vê bangê bên bi cih anîn, ne rageşî wê pêşketinên xurt bijîn.

HÊZA KU TEHEMÛLA WÎ LI HEMBERÎ MÛXALEFETÊ NEBE, WÊ ÇAWA PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKE?

A rastî em nebêjin "zexta li dijî mûxalefetê"; Li dijî nirxên demokratîk, pîvanên demokratîk û feraseta demokratîk êrîş heye. Divê em bi vî rengî li bûyerên li Stenbolê binêrin. Divê em li vir nebêjin CHP’ê. Çima? Ji ber ku herî zêde Kurdan ev yek jiyan e. Zêdeyî 150 şaredar bi temamî bi rengekî ne hiqûqî hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Kurd baş dizanin ku ti hinceteke rast ji bo ti ji wan nîne, hemû derew û dozên çêkirî ne. Di hemûyan de gotin, " Çavkaniyên dewletê vediguhêzin rêxistinê." Ma qey di rastiyê de wisa bû? Na, hemû bêbextî bû. Ji wê derê heta niha qurişekî jî neketiye qirika me... Yanî hemû derew in. Lewma Kurd baş bi vê rewşê dizanin. Niha jî hewl tê dayîn pêkanînên bi heman rengî li CHP'ê jî bên kirin.

Di rastiyê de ev bi temamî hatine çêkirin, hincetên ne rast in. Ji bo şaredariyê desteser bikin hincetan derdixînin. Dibe ku sedemên wê cuda bin, lê bi kurtasî heman mantiq e: Ew naxwazin şaredariyên mûxalîf di rêveberiyê de bin.

Li gel ku dem bi dem bi rêveberiyên şaredariyan an jî partiyên din ên nêzî AKP'ê re lihevkirin tên kirin jî "lihevkirina bajaran" weke hincet nîşan didin. Niha mûxalîf hedef tên girtin. Ya ku li Ekrem Îmamoglû û yên din hatiye kirin, bi temamî ne demokratîk e, ne hiqûqî ye, ji bo tepisandin û tasfiyekirina mûxalefetê dadgeriyê weke çoyekê bi kar tînin.

Demokrasî tê wateya tehemûla li hember mûxalefetê. Tehemûlkirina nêrînên cuda, qebûlkirina rola wan a di têkoşîna demokratîk de ye. Lê belê dadgeriyê weke çoyekê bi kar tînin. Herî baş Kurd vê yekê dizanin. Ji ber vê yekê helwesta Kurdan a li hember bûyerên li Stenbolê tê jiyîn, diyar e. Ev pêkanîn neheqî û antî demokratîk e. Bi çoyê dadgeriyê tê kirin. Ekrem Îmamoglû jî hat girtin. Kî bawer dike? Kîjan Kurd bawer dike? Li Tirkiyeyê kesek vê bawer dike heye yan na nizanim, lê Kurdek jî li Kurdistanê bawer nake. Dibe ku tenê alîgirên AKP'ê bawer bikin.

Ev bûyereke pir girîng e. Tengkirina qada demokrasiyê, dadgeriyê mîna çoyekê bikar anîn, tepisandina mûxalefetê... Aliyeke ku bi vî rengî nêz dibe, wê pirsgirêkên li Tirkiyeyê çawa çareser bike û ji bo demokratîkbûyînê gavan biavêje? Bi taybetî heta ku demokratîkbûyîn nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ne pêkan e. Lewma ev pêkanîn bi temamî antî demokratîk in. Îstîsmarkirina dadgeriyê ye û bi temamî bêbingeh e. Têkoşîna gel û ciwanan a li dijî vê yekê, têkoşîneke mafdar û demokratîk e.

Di vê mijarê de pozîsyona Kurdan pir zelal e. Her kes dizane ku şaş e û têkoşîn mafdar e. Ji vî alî ve ev pratîka li Stenbolê tê meşandin, ji bo sebotekirina pêvajoya ku Rêbertî û em dixwazin bi pêş bixin e. Ev yek gumanan zêde bike. Mûxalîf rast dipirsin, ''ew ê çawa pirsgirêka Kurd çareser bikin?'' Û tu kes nikare bibêje neheq in. 

JIYANA HEVPAR WÊ BI LIHEVKIRINÊN BAJÊR PÊK WERE

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, ‘lihevkirinên bajêr’ dike hincet û êrîşê mûxalefetê dike. Li aliyek dibêje ‘Xwişk-Biratiya Kurd-Tirk" û li aliyê din jî lihevkirina bajaran ku ev yek dikare bibe prototîpa pratîk a girîng a xwişk-biratiya Kurd-Tirk, terorîze dike. Ma ev nakokiyeke di nava xwe de çênake?

Di rastiyê de hem nakokî ye, hem jî ne wisa ye. Ji ber ku heta 4-5 meh berê gotineke bi vî rengî ya "xwişk-biratiya bi Kurdan re" tinebû. Her Kurdekî ji rêzê jî wek "xayîn" dihat hesibandin. Li ser navê demokrasiyê tiştek nebû. Lê niha dema pêvajoyeke nû hebe, weke ku hinekî bêjin "xwişk-biratiya dîrokî ya bi Kurdan re", lê dema ku tiştekî bi vî rengî yê lihevkirina bajaran hebe, wan terorîze dikin. Ji ber vê yekê kîjan alî derbasdar be... Tê wê wateyê ku feraseta berê hê jî dewam dike, derbas nekirine.

Lihevkirina bajêr, ma qey çi bûye? DEM Partî û CHP'ê li hev kirin: dibe ku tiştek wiha bibe. CHP’ê dike, AKP’ê jî dike. Ev partiyeke qanûniye. Lê dibêjin "Na, nabe û weke teror ê!" binav dikin. Zîhniyet ne demokratîk e. Her tiştê Kurdan weke "dijmin, teror" dibînin. Ji xwe hin ji wan bi awayekî eşkere vê rastiyê vedibêjin.

Weke mînak Suleyman Soylu dibêje "bi HUDA PAR'ê re lihevkirin", lê tiştên cuda diparêz e. Rastiya xwe eşkere kir. Li vê derê jî, bi awayekî fêlbaz tevdigere. Nêzîkatiyek ecêb li Stenbol û Îzmîrê ku Kurd lê pir najîn nahêlin bikevin rêveberiyê, lê li cihên ku Kurd lê zêde ne jî qeyûm tên tayînkirin. Ev bi awayekî vekirî dijminatiya li dijî Kurdan e.

Yanî zîhniyet yek e: Kurdekî bi nasnameya xwe dijî û li ber xwe dide, ti carî nikare li kêleka partiyeke Tirk bisekine. Tenê dikare bi Kurdek teslîm bûye û nasnameya xwe înkar kiriye re lihev bike. Ya ku tê gotin ev e. Ozgur Ozel jî bersiv da vê yekê; Got, "Ez xwedî lihevkirina bajêr derdikevim.” Belê, tişta ku divê lê were xwedîderketin ev e. Ji ber ku têkiliya Kurd-Tirkan wê çawa pêk were, hevkariyeke çawa bê kirin, jiyana hevpar wê çawa be? Wê bi vî rengî were sazkirin.

CIWAN BI MÎRATEYA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ RADIBIN SER PIYAN

Li Tirkiyeyê bi taybetî jî ji sala 2015’an ve ye deshilatdariya AKP-MHP’ê gelek zext kir. Weke dîktatoriyeke faşîst tev digere.  Hemûkes gelek tengezar kirin. Bi taybetî jî ciwan. Zexta li ser gelêKurd jî jixwe di astên herî jor de bûn. Bi hezaran Kurd di girtîgehan di bin êşkenceyê de ne. Bi hezaran gund hatin hilweşandin û şewitandin. Beriya wê jî heye lê belê di van 10 salên dawîn de zilmeke mezin kirin.

Weke tê zanîn carnan tê nîqaşkirin û tê gotin ku gelo wê pêvajoya çareseriyê pêş bikeve, ev qas polîs û leşker mirin, wê çawa bibe… Hûn çi dibêjin? Kurdan jî zehmetiyên mezin dîtin. Êşkence, zindan, seqetkirin, qetilkirina zarokan hwd. Hemû tiştên nexweş hatin serê gelê Kurd. Ev şer e .  Mesele ew e ku; di vê pêvajoyê de gelek zextên giran hatin kirin. Civaka Tirkiyeyê jî di bin zextê de ye. Dibêjin ku ji bo şerî 4 trîlyon dolar xerc kirine, xizanî gelekî zêde bûye. Ciwan bi zehmetiyên mezin re rû bi rû man. Ciwan dixwazin xwe îfade bikin û li nûjeniyê digerin. Vê desthilatdariyê pêşiya vê yekê girt.

Bi vî awayî ciwanan nerazîbûnên xwe nîşan dan. Her wiha di dîroka Tirkiyeyê de ciwan xwedî roleke girîng a têkoşînê ne. Di salên 68’an de têkoşîneke gelekî mezin hebû. Salên 70’yî jî wisa. Berdêlên mezin hatin dayîn.  Di salên 90’î de jî ev yek hinekî zindî bû. A rastî ev kevneşopiyek e. Jêre dibêjin nifşê Z'yê lêbelê em qala civakeke ciwanan dikin. yekeyên biyolojîk tên veguhestin. Civak ji ciwanan re kod û tecrûbeyên xwe yên têkoşînê vediguhezîne.  Mijar ne bi tena serê xwe serdema teknîk û ragihandinê ya îroyîn e. Kevneşopiyeke wiha ya dîrokî heye

Jı ber vê yekê ciwan rabûne ser piyan. Salên 70’yî tên bîra min; hema bibêje hemû ciwan polîtîk bûn. Faşîst jî hebûn, Îslamîst jî hebûn, sosyalîst jî hebûn lê belê tevgereke ciwanan a berfireh hebû. Ciwantî tim hêmaneke veguherîner e. Bi têkoşîna xwe statukoyê red dike.  Di sekna Ozgur Ozel û CHP’ê ya radîkal ya dawîn de rola ciwanan gelek e.

WÊ BANDOREKE DADGEHA GELAN A ROJAVA LI RAYA GIŞTÎ HEBE

Dadgeha Rojava girîng bû, bi taybetî jî di vê serdemê de gelekî girîng bû.  Hewlên koma Colanî û HTŞ’ê yên têkildarî bidestxistina desthilatdariyê hene û gelekîjî antîdemokratîk in… Li gel wan demokrasî nabe. Ne diyar e ku wê Sûriyeyê bi ku ve bibin. Di pêvajoyeke wiha de darizandina sûcên dewleta Tirk ên li Rojava kirine û nirxandina rewşa Sûriyeyê ya bi giştî gelekî girêng e. Divê di rojevê de be. Divêli ser kûrbûn hebe. Wê bandorekê li raya giştî bike. Ez ji vê yekê bawer dikim.

Konferansa Kurdan jî gelekî girîng bû. Bi taybetî lidarxistina wê ya piştî banga Rêber Apo gelekî girîng bû. Hema bibêje banga Rêbertî rê da wê konferansê. Di çarçoveya bangê de hate lidarxistin. Di nîqaşan de daxwazên diyar hebûn; azadiya Rêber Apo, pêgavavêtina dewleta Tirk, derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê… Beşdarvanan piştgirî da. Ev jî bû piştgiriya gelê Kurd a di Newrozê de, piştgiriya civaka Tirkiyeyê û derdorên li Ewropayê. Em vê yekê gelekî girîng dibînin. Em kesên ku konferans organîze kirine û beşdar bûne silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê teqez kedên wan bigihîjin encamekê.

ROJBÛNA RÊBER APO ROJBÛNA GELÊ KURD E

Ev rastî zelal e; Bi nirxandineke objektîf re tê dîtin ku jidayikbûna Rêber Apo di heman demê de jidayikbûna gelê Kurd e. Ev gelekî girîng e. Em dikarin bi nirxandina encamên têkoşîna 50 salî re rastiya Rêber Apo ji bo civaka Kurd tê çi wateyê fêm bikin. Ji ber vê yekê gelê Kurd weke zayîna xwe dibîne. Weke vejîna azadiyê, berxwedanê, nasname, çanda û têkoşîna hebûna xwe dibîne.

Ji ber vê yekê divê xwedî li Rêbertî bê derketin. Divê rojbûna Rêbertî weke roja jidayikbûna têkoşînê were dîtin, roja derketina van nirxan, roja tovên wê hatin çandin bê dîtin. Divê wateyeke bi vî rengî ji rojbûna Rêbertî re bê dayîn. Tevlîbûna gel gelekî girîng e. Pîrozbahiya li Amarayê gelekî girîng e.

Her wiha di rojbûna Rêbertî de pêwîst e li her derê bi hezaran, bi sed hezaran şitil werin çandin. Pêwîste wateyeke bi vî rengî ya şênber li vê rojê bê barkirin. Bûye kevneşopiyek, lê divê hîn xurttir û hîn bi bandortir be. Ez rojbûna Rêber Apo pîroz dikim. Rojbûna Rêbertî, rojbûna me hemûyan e. Em wisa bi wate dikin. Di vê rojbûyînê de ez bawerim ku gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê wê vê rojê weke pêwîstiyeke dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re bi layiqî pîroz bike.

Bi vê wesîleyê re ez 4'ê Nîsanê rojbûna me ku rojbûna gelê Kurd û her kesî ye, pîroz dikim.