Hikûmeta Elman dawî li gotegotên leşkeriya bi zorê anî

Hate gotin  leşkeriya bi zorê ya ji bo kesên ku şertên diyar pêk neanîn ne di rojevê de ye.

Li Elmanyayê di sala 2011’an de bi qanûnekê pêkanîna leşkeriyê bi temamî hatibû rakirin. Beriya wê li beramberî erka sivîlî ji leşkeriyê serbest dibû, ji sala 2011’an ve ji bo kesên ku bi dildarî bikin kontenjan hatibû cûdakirin.

Lê di rojên dawî de ji bo anîna leşkeriya bi zorê hinek daxwaz hatibûn rojevê.

HIKÛMET: DI ROJEVA ME DE NÎNE

Di daxuyaniyên  ji aliyê hikûmet û berdevkê Wezareta Parastinê de dawî li gotegotên leşkeriya bi zorê hate danîn. Ji berdevkên hikûmetê Ulrîke Demmer got pêkanîna leşkeriya ne di rojeva wan de ye.

Berdevkê Wezîrê Parastinê Jens Flosdorff jî gotegotên têkildarî leşkeriyê ‘êrênî’ dibîne. Flosdorff got hê jî li Elmanyyê ji kontenjaneke ji bo 12 hezar û 500 kesên ku dixwazin bi dildarî leşkeriyê bikin hatiye diyarkirin û Flosdorrf got, bi giştî 8 hezar û 500 tijî bûye.

WEZÎRÊ BERÊ: MALYETA WÊ BILIND E

Wezîrê Parastinê yê ku sala 2011’an de leşkeriya bi zorê hatibû rakirin li ser kar bû Karl-Theodor Zû Gûttenberg got, maliyeta vê ya aborî gelek bilin de. Zû Gûttenberg got her sal 700 hezar kes emrê wan yê leşkeriyê hatiye  û hişyariya qutbûna budceyan di gelek beşan de da.

Xistina rojevê ya leşkeriya bi zorê ji aliyê Partiya Alternatîf (AFD) ya çepgirên Elmanyayê ve hatibû kirin. AFD îdîa dike ku kesên li dijî leşkeriyê derdikevin ‘zirarê didin Elmanyayê’.

Ji sala 1949’an avakirina Komara Federal a Elmanyayê ve di destûra bingehîn a derbasdar de hikmekî diyar a ji bo leşkeriya bi zorê nîne.