Hemas û Fetihê li hev kir: Wê hilbijartin çêbibe

El Fetîh a ku desthilata wê li ser Şerîaya Rojava û Hemasa ku Şerîda Gazzeyê di bin desthilata xwe de digşre, di nava şeş mehê bê de ji bo biçin hilbijartinan li hev kirin.

Li gorî daxuyaniyê herdu aliyan kirî, tevgera Îsmaîl Haniye ya Hemasê û tevgera Mehmûd Abbas El Fetîhê, li ser giştî û hilbijartinên serokatiyê li hev kirin. Hilbijartin wê nêzî 15 sal û şûnde cara yekem çêbibe.

Ji yek berpiryarên mezin ê El Fetîh Cîbrîl Racub got, “Destpêkê me li ser hilbijartinên giştî li hev kir.” Racub diyar kir ku wan li ser Serokatiya Rêveberiya Filistînê û Konseya Navendî ya Rêxistina Rizgariya Filistînê ji bo hilbijartinê li hev kirine. Hilbijatin wê di nava şeş mehên bê de çêbibin.

Ji berpisyarên Hemasê Salih El Arûrî jî bal kişand ku di nava El Fetîh û Hemasê de piştî hevdîtinên li Tirkiyeyê hatin ekirin, ev lihev kirin hatine çêkirin.

El Arûrî got, “Vê carê em gihiştin biryarek hevgirtî. Cudakariyê ziyan gihande doza me ya netewî û em dixwazîn dawî li vê bînin.”

Ev lihevkirina li Tirkiyeyê pêk hatî, di demekê de ye ku hewldanên asayîkirina têkiliyên di navbera Îsraîl û welatên Kendavê de pêk hatiye.