BI DÎMEN

'Em ê rêya heqîqetê bişopînin'

Nûçegihana Radyoya ŞEHBA FM, Zîlan Hemûş diyar kir ku ew ê xebatên xwe hîn xurttir bimeşînin got, “Hevrêyên me yên şehîd Nazim Daştan, Cîhan Bilgîn û Egîd Roj bi qehremantî û têkoşîn şopandin, em ê jî rêya hemû hevrêyên xwe yên şehîd bişopînin.”

RADYOYA ŞEHBA FM

Di dîroka Rojnemevaniya Kurdî de, rojnamevanî her tim bi kedkarî û heqîqetê re hate naskirin. 22'yê Nîsana 1898'an Miqdad Midhed Bedirxan li Qahîre yekemîn rojnemeya bi navê Kurdistan ava kir. Ew dîrok û ew bingeha ku ji wê demê ve hate danîn, heta roja îro weke mîrasek tê dîtin. Di şoreşa Rojava de hate dîtin ku çawa bi dehan rojnamevanan ji bo şopandina heqîqetê canê xwe feda kirin.

Yek ji dezgehên Çepemeniya Azad ku li ser bingehê heqîqet û şopandina rêya şehîdan hatî avakirin, Radyoya ŞEHBA FM a li Helebê ye. Nûçegihana Radyoya Şehba FM Zîlan Hemûş bi boneya roja rojnemevaniya Kurdî ji ANF’ê re axivî û ev roj li hemû rojnemevan û şopînerên heqîqetê pîroz kir.

Zîlan Hemûş di despêka axaftina xwe de bal kişand ser avabûna Radyoya ŞEHBA FM û wiha got, ''Radyoya ŞEHBA FM di çileya 2023'yan de dest bi tecrubeyê kir û 6 mehan berdewam kir. Di despêka avabûna radyoyê de em tenê 5 kes bûn, me li ser wê esasê perwerde û amadekarî ji bo xebatê dikir. Li wir ji ber erdheja ku di wê demê de rûdaye karê radyoyê dereng ket. Piştî wê bi awayekî fermî di 1'ê Hezîrana 2023'yan de Radyoya ŞEHBA FM dest bi weşan û xebata xwe kir. Hejmara me ewqas bû û em bi hemû karên radyoyê radibûn. Piştî demekê hejmara xebatkaran zêde bû û niha hejmara xebatkarên Radyoya ŞEHBA FM bûne 8 kes û herî zêde jî jin têde cih digirin.''

Zîlan anî ziman ku cara yekem e ku Radyoyek bi vî rengî li Heleb tê vekirin û wiha domand, ''Dema ku cara destpêkê li Helebê radyoyek bi vî rengî hate avakirin, di xebatên wê de jî gelek zehmetî hatin kişandin. Ji ber ku di wê demê de rejîma Baas ambargo li ser her du taxan ferz kiribû. Ji bo wê jî herî zêde di warê teknîk de zehmetî dihatin kişandin. Lê xebatkarên radyoyê ev yek ji xwe re ne kirin bend û li ser esasê pêşxistina xebatê û weşangeriyê xebata xwe kirin. Xebata Radyoya ŞEHBA FM a rojana bi vî awayî dimeşe, her saet kurtenûçe bi zimanê Erebî û Kurdî tê dayîn. Her wiha di rojê de du caran di seetên nîvro û êvarê de bultenên nûçeyan bi zimanê Erebî û Kurdî tên pêşkêş kirin. Li kêleka wê li gorî rojeva herêmê dosya tên amadekirin û piştî bultena nûçeyan tên dayîn.''

Zîlan Hemûş îşaret bi rola jinê ya di xebatên radyoyê de kir û ev tişt bilêv kir: ''Di radyoya ŞEHBA FM de hejmara jin zêdetir e, tê dîtin ku di her saziyekê de jin rola xwe zêdetir dilîze. Di radyoyê de jî ev yek tê kirin, xebatkarên jin di hemû xebatên radyoyê de cih digrin, weke amadekirina nûçeyan, teknîk, pêşkêşkirina bultenên nûçeyan û hwd rola xwe dilîze û rengê jin di vir de dide pêş. Di weşana xwe de em her tim derxistina rengê jinê ji xwe re esas dibînin, her wiha ev radyo weşangeriya xwe li ser asta bajarê Helebê û Şehba dikir. Li aliyeke din beriya koçberiya Gelê Efrîn a ji Şehbayê, berxwedana jinên li kampan jî di weşana me de cih digirt.''

Nûçegîhana Radyoya ŞEHBA FM Zîlan Hemûş soza şopandina xeta şehîdan da û got, ''Weke xebatkarên Radyoya ŞEHBA FM, em ê xebata xwe hîn xurttir bikin û bidin meşandin. Hevrêyên me yên şehîd Nazim Daştan, Cîhan Bilgîn û Egîd Roj bi qehremantî û têkoşîn şopandin, em ê jî rêya hemû hevrêyên xwe yên şehîd bişopînin.''