DYA, Fransa û Îngîltere ji bo Sûriyeyê dest bi pêngaveke nû kirin

DYA, Fransa û Îngîltere ji bo ku têkildarî êrîşên kîmyewî lêkolîneke serbixwe were kirin di bin banê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dest bi pêngaveke nû kirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Fransa û Îngîltere têkildarî êrîşên kîmyewî yên li Sûriyeyê pêşnûmayeke nû pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin.

Di pêşnûmayê de ji bo lêkolîneke serbixwe ya têkildarî êrîşa kîmyewî ya li herêma Dûmayê bang hate kirin. Di heman demê de tê xwestin ku bila alîkariyên mirovî bênavber bidomin, agirbest têkeve meriyetê û Sûriye tevlî hevdîtinên aştiyê yên di bin banê Neteweyên Yekbûyî de bibe.

Heyetên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) roja Pêncşem û Înê çûn Sûriyeyê.

Her sê welatên ku operasyon li dar xistibûn di pêşnûmayê de diyar dikin ku, ew dixwazin Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî zelal bike, bê ka Sûriyeyê hemû agahiyên stokên çekên kîmyewî par ve kiriye yan na. Di pêşnûmayê de tê xwestin ku bila heta 30 rojan heyet rapora xwe pêşkêş bike.

Muzakereyên li ser pêşnûmayê dibe ku roja Duşemê pêk were. Lê nehate zelalkirin ku ew ê pêşnûma kîngê ji bo dengdayînê were pêşkêşkirin.