Îstîxbarata Elman bi salan Awûstûrya şopandiye

Eşkere bû ku rêxistina îstîxbaratê ya Elman BND di navbera salên 1999-2006'an de saziyên hikumeta Awûstûryayê bi dizî şopandiye. Ev yek di navbera her du welatan de bû sedema krîzê.

Li gorî nûçeya rojnameya Der Standard û kovara heftane Profil ên Awûstûryayê, rêxistina îstîxbaratê ya derveyî welat a Elmanyayê, di navbera salên 1999-2006'an de bi giştî 2 hezar axaftinên bi telefonê, faks û e-posta ên li Awûstûryayê şopandiye.

Skandala şopandinê di navbera Viyana û Berlînê ve veguherî krîza dîplomatîk. Hate ragihandin ku rêxistina îstîxbaratê ya Elman, di serî de hin wezaretî gelek şîrketên navneteweyî yên li Awûstûryayê şopandiye. Hate gotin ku di lîsteya şopandinê ya BND'ê de hin saziyên Îslamî, gumanbarên terorê û bazirganên çekan jî hebûn.

Li gorî nûçeyê, xetên ragihandinê yên Sefaretxaneyên Bilind ên 75 welatan ku DYA, Îran, Îsraîl û Koreya Bakur jî di nav de hene, ji aliyê BND'ê ve hatine şopandin. Hikumeta Viyanayê ev yek bi tundî şermezar kir.

AWÛSTÛRYA: BAWERIYA BI HEV KÊM DIKE

Piştî ku skandala şopandinê ji aliyê çapemeniyê ve hate weşandin, Serokkomar Van der Bellen û Serokwezîr Sebatian Kurz li Viyanayê bi rengekî lezgîn li hev civiyan. Piştî civîna bilind a dewletê, Bellen û Kurz derketin pêşberî çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Berlînê hate kirin ku agahiyên di çapemeniyê de hatine weşandin ronî bike. Van der Bellen diyar kir, sîxuriya hev a welatên dost ên li nava Yekîtiya Ewropayê wê têkiliyan qels bike û got, "Rewşeke bi vî rengî wê baweriya bi hev kêm bike."

Van der Bellen her wiha ji hikumeta Berlînê xwest ku eşkere bike bê skandala sîxuriyê dewam dike yan na.

Serokwezîr Kurz jî bi bîr xist ku sala 2014'an jî îdîayên li ser heman mijarê ketibû rojevê û got, "Wê wextê ji ber ku Elmanyayê hevkarî nekir mijar zelal nebû. Em hêvîdar in wê vê carê bi vî rengî nebe."