Rêber Apo silavên xwe ji Zanîngeha Kobanê re şand
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtina Cejna Qurbanê de hemû kedkar, xwendekar û akademisyenên Zanîngeha Kobanê pîroz kir.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtina Cejna Qurbanê de hemû kedkar, xwendekar û akademisyenên Zanîngeha Kobanê pîroz kir.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan derbarê hevdîtina Cejna Qurbanê de li ser hesabê xwe tê X’ê parvekirin kir. Omer Ocalan diyar kir ku ku Rêber Apo di hevdîtinê de silavên xwe ji Zanîngeh Kobanê re şand û got: “Di hevdîtina me ya Cejna Qurbanê de Birêz Abdullah Ocalan silavên xwe ji Zanîngeha Kobanê re şand û hemû xebatkar, kedkar, xwendekar û akademîsyenên zanîngehê pîroz kir.
Birêz Ocalan qiymet û girîngiyeke mezin da xebatên zanîngehana li Rojava. Zanîngeh wek bingeh û hêlîna avakirina fikriyata azadî, wekhevî û demokrasiyê nirxand. Li dijî modernîteya kapîtalîst û dubareyên burokratîk û akademîk; mîsyoneke nû û modern a azadiya ramanî û afirandina fikrî li hebûna zanîngehê bar kir.
Li ser term, têgeh û nêzîkatiya paradîgma û perspektîfa nû, bi hebûna Zanîngeha Kobanê bi kelecan û serbilind bû û di xebatan de serketin ji zanîngeh û xwendekaran re xwest.”