Zimanzan Alpay: TDK newekheviyê kûr dike

Zimanzan Necmiye Alpay bertek nîşanî vegotinên nîjadperest û zayendperest yên SZT’ê da û got: “Sazî ji bo îdeolojiyên newekhev bide erêkirin û ji nû ve hilberîne, xebatan dimeşîne.”

Zimanzan Necmiye Alpay bertek nîşanî vegotinên nîjadperest û zayendperest yên SZT’ê da û got: “Sazî ji bo îdeolojiyên newekhev bide erêkirin û ji nû ve hilberîne, xebatan dimeşîne.”

Saziya Ziman a Tirk (TDK) di fergenda xwe de gelek naverokên ku hem gelên cuda û hem jî jinan biçûk dixe dihundirîne.  Di ferhengê de beramberê gotina ‘Musaît’ bi vegotina ‘Jina ku bi hêsan dikare flort bike’  tê vegotin û vê di rojên dawî de rê li ber bertekên jinan vekir. Di ferhengê de ji bo ‘jina xera’ ‘orospu’, bo mêrên xerab jî ‘kesên xerab yên di fîlman de’ tê bikaranîn. Li ser vê yekê rexneyên li hemberî STZ’ê zêde bûn.

TDK JI ASTA TÊGEHA ZIMAN NE AGAHDARE

Zimanzan Necmiye Alpay ji ANF’ê re axivî û got TDK bi salan e di xetên newekhev de mînakan dide.

Alpay got ku du pirsgirêkên sereke yên saziyê hene û wiha berdewam kir: “ Ya yekemîn di esasa îdelolojiyên newekhev yên serdest kar dimeşîne, ya duyemîn jî ketina zimanzanane. Ev her du kusur bi dehan mînakên newekeheviyê derdixe holê.  Dema ku sazî tê rexnekirin, rewşa heyî diparêzin an jî gotinên têkildar ji ferhengê derdixein.  Lê ev her du jî li dij zanînagotinan a roja me ya îro ye.  Di ziman de çiqas gotinên orgo û hakaret  û her wekê din hebe maf heye ku di ferhengê de cih bigirin, lê divê vegotinên pêwist ligel bên bicihkirin. Gotinên wekê ‘Musaît’, ‘jina xerab’ gotinên argon e û li ber van gotinan vegotinek ferz nehatiye bicihkirin. Wisa xuyaye ku sazî ji têgeha asta ziman a zanîna ziman ne agahdar e û ji rayeya ku li gorî vê hevbeşiyê bike bêpare. Têgeha ji bo gotina ‘Argo’ daye jî ji têgeha ku zanîna ziman dûr e.“

NEWEKHEVIYÊ ZÊDE DIKE

Alpay bi lêv kir ku TDK di alî zanistî de naqokiyên cidî digire nav xwe û wiha berdewam kir: “Hinek saziyên akademîk ên Tirkiyeyê gelek dem derbas bûye ku beşên fîlolojî ava kirine lê ev demek dirêj ji hîmê zanîna ziman bêpar man.  Îro jî mirov nekarin bêjin ku gihiştiye vê hîmî. Zanîna ferhengê jî bi qasî ez dizanim wek beş hê tine ye û çend sal berê li ser çend zanîngehan hat xwendin. Piranî zimanzan yên bê perwerdene.

Ji ber ku hemû dibistanên girêdayê Perwerdeya Mîlî neçarin serî li TDK bidin, rêya wan jî ji van gotinan derbas dibin. Sazî bi vê rê hem newekheviyê zêde dike û hem jî ji nû ve hildiberîne. Ev jî rê li ber nifşên ku nebaş tê gihandin vedike.”

Alpay da zanîn ku hewcedarî bi avabûn û zîhnên xweser heye.