Zaharçenko careke din bû Serokwezîr

Zaharçenko careke din bû Serokwezîr

Di hilbijartinên Donetsk û Lugansk de, alîgirê serxwebûnê Serokwezîrê niha Aleksandr Zaharçonko careke din bi ser ket.

Li Komarên Gel ên Donetsk û Luganskê, piştî hejmartina hemû dengên di hilbijartinên giştî de hatin bikaranîn, Desteya Hilbijartinê ya Navendî encamên hilbijartinê aşkera kir. Di daxuyaniya ji aliyê Desteya Hilbijartinê hat dayîn de, hat ragihandin ku Serokwezîrê heyî Aleksandr Zaharçenko bi wergirtina 750 hezar 340 dengan careke din bûye serketiyê hilbijartinan.

Di hilbijartinê de surprîz rû neda û hevrîkê Zaharçenko Aleksandr Kofman, 111 hezar deng stend.

Di hilbijartinên ji bo Konseya Neteweyî de jî, lîsteya Partiya Komara Donetskê ku serokatiya wê Aleksandr Zaharçenko dike, bi wergirtina 662 hezar dengan bû yekemîn.

Di daxuyaniya fermî ya Desteya Hilbijartinê ya Navendî ya li ser mijarê de hat destnîşankirin, ku di hilbijartinê de li ti fen û lîstikan rast nehatiye.

NY WÊ NAS NEKE

Di vê navberê de Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Farhan Hak ji ajansa Ria Novostî re axivî û diyar kir ku der barê hilbijartinan de di pozîsyona heyî ya NY de ti guhertin nîne. Hak got, "Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon beriya niha bi demeke kurt daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ev hilbijartin bi kêrî pêvajoya heyî nayê."

Berdevkê Fermî yê Neteweyên Yekbûyî Stephan Dujarric jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon diyar kiriye ku ew ê hilbijartinên li Komarên Gel ên Xweser ên Donetsk û Luganskê destek neke.