Venezûela balafira sînor binpê kir xist xwar
Venezûela balafira sînor binpê kir xist xwar
Venezûela balafira sînor binpê kir xist xwar
Wezîrê Parastinê yê Venezûelayê Vladîmîr Padrîno Lopes da xuyakirin, ku balafireke bi tîpa King 200 a bê destûr ketiye qada hewayî ya welatê wan, hatiye xistin.
Venezûelayê li balafira Amerîkî ya sînorê wê binpê kir xist û daxist xwarê. Wezîrê Parastinê yê Venezûelayê Vladîmîr Padrîno Lopes diyar kir ku balafira qada wan a hewayî binpê kiriye, li başûr rojhilatê bajar^Elorza yê Eyaleta Apureyê hatiye xistin.
Wezîrê Parastinê Lopes di malpera xwe ya twitterê de wêneyê balafira Amerîkî ya hat xistin, weşand. Di peyama xwe ya der barê mijarê de got, "Balafira qada wan a hewayî binpê kiriye, li başûr rojhilatê bajarê Elorza yê Eyaleta Apureyê, ji aliyê yekîneyên Fermandariya Stratejîk a Operasyonî ya Hêzên Çekdar ên Venezûela Bolîvarî ve hatiye xistin."
Der barê detayên bûyerê de û aqûbeta personelê balafirê de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.