Şîlî wê 7,5 mîlyon dolar bide mexdûrên îşkenceyê

Şîlî wê 7,5 mîlyon dolar bide mexdûrên îşkenceyê

Dadgeha li Şîlî biryar girt ku 7,5 mîlyon dolar tezmînat bidin 30 mehkûmên di dema dîktatoriya Agusto Pînochet de li giravekê dihatin ragirtin.

Kesên mehkûm, di dema dîktatoriya  Augusto Pînochet de li giraveke dûr a li başûrê welêt dihatin ragirtin. Mehkûmên ku di nav wan de siyasetmedar û wezîr jî hebûn, ji sala 1973’yan heta sala 1975’an du salan li Girava Dawson a li Tîerra del Fuego man.

Wezareta Edaletê got ku mehkûm, "Bi qasî ku nayê pîvan din, rastî birîna exlaqî hatine.”

Di nûçeya ku BBC ragihandin wiha hat gotin, “Mehkûm rastî pêkanînên xerab hatin û der barê çarenûsa xwe de timî di nav gumanan de bûn.”