Sempozyûma di Perwerdeya Zikmakî de Pirzimanî û Hunerê destpê kir
Sempozyûma di Perwerdeya Zikmakî de Pirzimanî û Hunerê” ya bi armanca gotûbêjkirina wêne, sînema û mûzîka Kurdî û parvekirina tecrûbeyan, tê lidarxistin destpê kir.
Sempozyûma di Perwerdeya Zikmakî de Pirzimanî û Hunerê” ya bi armanca gotûbêjkirina wêne, sînema û mûzîka Kurdî û parvekirina tecrûbeyan, tê lidarxistin destpê kir.
Sempozyûma di Perwerdeya Zikmakî de Pirzimanî û Hunerê” ya bi armanca gotûbêjkirina wêne, sînema û mûzîka Kurdî û parvekirina tecrûbeyan, tê lidarxistin destpê kir. Ji Zanîngeha Sabanci Rûken Alp têkildarî mijara “Berxwedana Helbestkar û Poetîkanên Jin a li hemberî Baviksalarî” axivî û li ser şêwaza helbestkaran û di wêjeya Kurd de helbestkarên Kurd axivî.
Sempozyûma di Perwerdeya Zikmakî de Pirzimanî û Hunerê” wê du rojan berdewam bike. Sempozyûm ji bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Konservatuara Aram Tîgran û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn tê lidarxistin. Sempozyûma di Perwerdeyêa Zikmakî de Pirzimanî û Hunerê” ya bi armanca gotûbêjkirina wêne, sînema û mûzîka Kurdî û parvekirina tecrûbeyan, li Salona Sumerparkê tê lidarxistin.
Di rûniştina yekemîn a sempozyûmê de ji Zanîngeha Koç Şerîf Derînce moderatorî kir û mijarên “Wêjeya Nûjen a Kurdî; Sînor, Pirsgirêk, Şîroveyên Nû Nirxand”. Di vê rûniştinê de ji Zanîngeha Sabanci Rûken Alp têkildarî mijara “Berxwedana Helbestkar û Poetîkanên Jin a li hemberî Baviksalarî” axivî û li ser şêwaza helbestkaran û di wêjeya Kurd de helbestkarên Kurd axivî.
HELBESTKARÊN JIN TÊN PIŞTGUHKIRIN
Alp bibîr xist di nava pirtûkên herî zêde tên firotin de, helbestkarên jin hene, lê têne piştguhkirin. Alp got: “Helbestkarên jin di nava wêjeya serdest a zilaman de weke plana duyemîn tê destnîşnakirin û gava mijar dibe jinên helbestkarên Kurdî, ev piştguhkirin kûrtir dibe.”Alp destnîşan kir ku mirov nikare wêjevaniya Kurdî, siyaet û nasnameyê ji hev du cuda bike û got ku helbestên Fatma Bozarslan xwedî naverokên kûr û bi wate ye. Alp mînakên Fatma Savci û Guzîrê, helbestên têkildarê mijarên civakî û evînê da.
Servet Erdem jî têkildarê mijara “Li Navenda Çandî û Nebihişiya Polîtîk de Hesenê Metê û Êş” axivî û têkildarê mijarên polîtîka û siyaset û têkiliya di navbera her du mijaran de nirxand. Werger Suat Baran jî têkildarê wêjeyê nirxandin kir, Omer Faruk Yekdeş jî “Ceribandina Xerîbiyê ya di navbera Rastî û Pevxistinê de” nirxandin kir. Suat Baran jî mijarên “Tunebûna Bavo: Nameyek ji Xwedê re” û “Hin têbiniyên li ser Wêjeyê nirxandin.”
Di rûniştina duyemîn ya bi sernava “Xebatên Ziman û Ceribandinên Perwerdeyê” de xebatên têkildarî zimanê perwerdeyê hatin gotûbêjkirin. Di vê rûniştinê de her yek ji Prof. Dr. Kadrî Yildirim, ji Akademiya Çand û Hunerê ya Cegerxwîn Servet Denîz ceribandinên Navenda Çandê ya Cigerxwîn û Aram Tîgran parve kir. Her wiha Mazlum Dogan û Denîz Gunduz jî têkildarê wergera Kurdî, zaravayê Dumilkî (zazakî) û xebatên çandê ceribandinên xwe parve kirin. Piştre ji herêma Baskê ya Spanyayê pisporê ziman Paul Bilbao Sarria têkildarê zimanê Baskê û pêşxistina wî agahî da. Di rûniştinê sibê yên sempozyûmê de wê mûzîka Kurd û sînemaya Kurd bên gotûbêjkirin.