Rûsya û Îran: Danekirin şantajên siyasî ne
Rûsya û Îran: Danekirin şantajên siyasî ne
Rûsya û Îran: Danekirin şantajên siyasî ne
Serokê baskê jêr ê Parlamentera Rûsya Dûmayê Sergey Narişkîn diyar kir ku ambargo şantajên siyasî ne û da zanîn ku ti cihê van ambargoyan di hiqûqa navneteweyî de tine ye.
Serokê baskê jêr ê Parlamentoya Rûsya Dûmayê Sergey Narişkîn çû serdana Tehranê û bi Serokê Meclîsa Şûraya Îslamî ya Îranê Elî Larincanî re hevdîtin pêk anî. Sergey Narişkîn diyar kir ku welatê wî Îranê weke hevkareke pêbawar û pêşerojê dibîne. Her wiha rayedarê Rûs da zanîn ku sedema serdana wî xurtkirina têkiliyên di navbera her du welatan de ye.
NARIŞKÎN: TEVLÎ KARÊ ME YÊ NAVXWEYÎ NEBIN
Piştî hevdîtinê Sergey Narişkîn û Elî Larincanî daxuyaniyek dan çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî ambargo û danekirinên li hemberî her du welatan dan. Serokên meclîsên Rûs û Îranê dan zanîn ku hin welatên rojava jî li dijî wê yekê ne ku xwe tevlî karên navxweyî yên welatên din dikin.
Narişkîn di civîna çapemeniyê de got: “Hin welatên Ewropa dibin sedema krîzên navxweyî yên hin welatên li her çar aliyên cîhanê. Em li dijî van polîtîkayan in. Em weke Îran û Rûsyayê dibêjin ku divê hiqûqa navneteweyî di têkiliyên di navbera welatan de bên pêkanîn û divê mudaxeleyî karên navxweyî yên welatên din nekin.”
Narinşkîn da zanîn ku pozîsyona siyasî ya Rûsya û Îranê weke hev e û diyar kir ku ambargo şantajên siyasî ne û da zanîn ku tu cihê van ambargoyan di hiqûqa navneteweyî de tine ye.