Romanivîsê Kurd Bextiyar Elî hat Amedê
Romanivîsê Kurd Bextiyar Elî hate Amedê û serdana Hevşaredarê me Firat Anli kir.
Romanivîsê Kurd Bextiyar Elî hate Amedê û serdana Hevşaredarê me Firat Anli kir.
Romanivîsê Kurd Bextiyar Elî hate Amedê û serdana Hevşaredarê me Firat Anli kir.
Bextiyar Elî di nav xwendevanên Kurmancîaxêv de bi romanên xwe yên “Qesra Balindeyên Xemgîn, Êvara Perwane, Apê Min Cemşîd Xan Ku Tim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir” tê naskirin, ji ber ku ev romanên wî ji Kurmanciya Jêrîn (Soranî) bo Kurmanciya Jorîn (Kurmancî) hatin adaptekirin, serdana bajarê Amedê kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli, pêşwaziya Bextiyar Elî kir û kêfxweşiya xwe anî ziman. Elî, xweşhaliya xwe bi pêşveçûna warê ziman a Amedê de derbirî.
Anli, bixêrhatina Bextiyar Elî kir û bo Pêşangeha Pirtûkan ku meha Gulanê tê lidarxistin ew vexwende Amedê.
Bextiyar Elî, xwedî 7 romanan e, 3 ji wan li Kurmancî jî hatine adaptekirin û li Bakur hejmarek xwendevanên wî hene. Romana Êvara Perwane dê ji aliyê Dogan Kîtap ve ji bo Tirkî were wergerandin. Bextiyar Elî kurdê Silêmanîyê ye û li bajarê Kolna Almanyayê dijî.