Romana ‘Uç Surgun Bir Donuş / Sê sirgûn vegerek’ a komkujiyên Kurd, Ermenî û Êzidî kiriye mijar û Lêkolîner-Nivîskar Nîhat Ekîncî nivîsandiye diyar kir dike xwestiye dîroka mazlûman a sedsala dawî bi çîrokeke evînî di hişê mirovan de bi cih bike.
Romana Lêkolîner-Nivîskar Nîhat Ekîncî ya bi navê “Uç Surgun Bir Donuş” ya komkujiyên Kurd, Ermenî û Êzidî kiriye mijar, derket. Ekîncî anî ziman ku xwestiye dîroka mazlûman a sedsala dawî bi çîrokeke evînî di hişê mirovan de bi cih bike.
DIYARÎ KOBANÊ Û ŞENGALÊ HAT KIRIN
Nivîskar di romanê de li ser sirgûnên komkujiyên li hember Ermeniyan, Komkujiya Zîlan û Komkujiya li hember Êzidiyan rawestiyaye. Mijarên di merheleya Yekemîn Şerê Cîhanê de bi pêşveçûnên di roja me de tên yekgirtin.
Nivîskar Ekîncî ku dem dem mijarê bi belgeyên dîrokî re bihêz dike, xwendekar di nav xeyal û rastiyê de dibe û tîne.
Nivîskar Ekîncî diyar kir ku pirtûka xwe diyarî Şengal û Kobanê kiriye, ji Bakurê Kurdistanê heta Araratê, heta Sîncara Başûrê Kurdistanê rêwitiya serûveneke dîrokî radigihîne.
'ERDNÎGARIYA BÊHNA XWÎNÊ JÊ TÊ BI BERXWEDANÊ ŞÎN BÛ'
Di romanê de Kurdên rastî komkujî û sirgûnan hatine dema welatê xwe terk dikin, zehmetiyên bi wan re rû bi tên, tiştên bi serê mirovên xwedî bawerî û nîjadên cuda ku di xeleka Sûriye-Lubnan-Fransa-Elmanya û Tirkiyeyê de li koka xwe digerin di çîrokê de ku cih digirin, di heman demê de mijarên evîn, sedaqet û têkoşînê tê destgirtin. Evîna Zal û Betî, evîna nîvçe ya Nonê û Husrev temam dike. Di şexsê qehremanên romanê yên nasnameya Kurd, Ermenî, Êzidî derxistiye holê xwendekar ber bi paşerojeke dîrokê ve dibe nav hesabpirsînekê.
Nivîskar Ekîncî got ku erdnîgariya bêhna xwînê jê tê bi berxwedanê şîn bû, diyar kir ku xwestiye dîroka mazlûman a sedsala dawî bi çîrokeke evînî di hişê mirovan de bi cih bike.