Rêxistina Efûyê: Kenê mirov bi hejmara penaber a welatên dewlemend tê!

Rêxistina Efûyê: Kenê mirov bi hejmara penaber a welatên dewlemend tê!

Rêxistina Efûya Navneteweyî diyar kir ku hejmara penaberan a ku ji aliyê welatên dewlemend ên cîhanê ve tê qebûlkirin kenê mirovan tîne.

Rêxistina Efûyê got: “Nêzî 3.8 milyon penaberên Sûriyeyî li welatên herêmê Tirkiye, Libnan, Ûrdin, Iraq û Misirê bi cih bûne.”

Rêxistina Efûyê wiha berdewam kir: “Ji vana ji sedî 1.7 li welatên din ên cîhanê bi cih bûne”.

Rêxistina Efûyê da zanîn hejmara penaberan a ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê qebûlkirin kenê mirovan tîne.

Rêxistinê da zanîn ku ji bilî Elmanyayê hemû welatên Ewropayê tenê ji sedî 0.17 yê penaberên li her pênç welatên cîranên Sûriyeyê bi cih bûne qebûl kirine.

Rêxistinê vê nêzîkatiya welatên Ewropayê weke “bêhevsengî” bi nav kir û destnîşan kir ku welatên Kendavê jî jixwe qet cih nedane penaberên Sûriyeyê û vê yekê jî weke cihê şermê bi nav kir.