Planên veşartî yên Tirkiye û Katarê deşîfre bûn

Planên veşartî yên Tirkiye û Katarê deşîfre bûn

Yek ji weşanên bi bandor ên Fransa kovara Marîanne ya Fransî, diyar kir ku Lîbya bûye pişt baxçeyê şervanên Îslamgir ên Tirkiye û Qatar piştgiriya wan dikin. Kovarê planên veşartî yên her du welatan yên li Lîbya deşîfre kir.

Kovara Marîanne, di hejmara xwe ya vê hefteyê de noteke ku servîsên îstixbaratê yên artêşa Lîbya matmayî hişt bi dest xist. Di nûçeya bi îmzeya Roumanîa Ugartchinska de bi taybet bal li ser sûîqestên ku zêde bûne ye.

Li gor Enstîtuya Potomac a der barê terorîzma li Bakurê Afrîka û Sahel, ji 230 “çalakiyên, “terorîstî yên mezin” ku di sala 2013’an de pêk hatin 145’ê wan li Lîbyayê pêk hatin.

Lîbyayî jî dibêjin ku di Hezîrana 2014’an de zêdetirî 500 sûîqest pêk hatine. Ji wan bi taybet a di meha Gulanê de li hember Albay Îbrahîm el Senûsî Akîla pêk hat. Akîla di Adara 2012'an de hatibû ser servîsa îstixbaratê.

Akîla beriya ku bê kuştin, bi rêya kanaleke televîzyonê gotibû ku wê milîsên têkiliyên wan bi serwîsên biyanî re hene, endamên hikûmetê, leşker û polîs jî di nav de komployeke berfireh deşîfre bike.

Li gor Akîla, komên xwecihî yên “terorîst” ber bi pêkhateyeke rastî ya navneteweyî diçin. Armanca wan ev e ku Lîbya, Sûriye, Tunus an jî Misrê bikin baregeha perwerdeyê ya şervanên olperest, “Artêşa Azad a Misrê” ava bikin!

Akîla diyar kiribû ku ev hemû bi destê servîsên îstîxbaratê yên Tirkiye û Katarê pêk tên. Kovara Marîanne ku agahiyên van îdîayan piştrast dike, “notek” servîsên îstîxbaratê ya leşkerî weşand.

Kovar diyar dike ku li Lîbyaya îro axaftina rastiyan bi tehlûke ye. Kovara Fransî dide xuyakirin ku general Halîfa Haftar ê 5 caran rastî êrîşa xwekujî hat di vê mijarê de hin tiştan dizane, ev general hatiye ser operasyona di meha Gulanê de li hember olperestên radîkal hatiye lidarxistin.

Haftar ê gelek xizmên wî hatine birîndarkirin, tîne ziman ku Tirkiye û Katar bi awayekî “bi hîle” alîkariyê dide komên olperest. Haftar di dawiya meha Hezîranê de xwestibû ku Tirkiye û Katar di nav 48 saetan de nûnertiyên xwe ji Lîbyayê vekişîne. Piştî vê bi rojekê xwarziyê wî hatibû desteserkirin.