Piştî dîtina şewba çûkan li Hollandayê lêkolîn didomîn

Piştî dîtina şewba çûkan li Hollandayê lêkolîn didomîn

Li çewlikeke mirişkan a Hekendorp a nêzî bajarê Utrecht ê Hollanda vîrusa şewba çûkan hat dîtin, li qadake 10 kîlometre, di 16 çewlikan de lêkolîn hat destpêkirin.

Li nêzî bajarê Utrecht ê Hollanda di çewlikeke mirîşkan de ku virusa H5N5 (şewba çûkan) hat dîtin, di çewlikên li herêmê de lêkolîn hatin destpêkirin. Saziyên tenduristiyê yên Hollandî hişyar kirin ku mimkun e mirov û sewalên bi per bi vîrusa mijara gotinê bikevin.

Piştî vîrus hat dîtin, rayedarên Hollandî li tevayî welêt veguhastina sewalên bi per qedexe  kirin.

Di çewlikên mirişkan ên herêmê de lêkolîn ddomin. Beşek ji navçeya Hekendorp, dema 150 hezar mirîşk hatin tunekirin ji çûnûhatinê re hat girtin.