Nivîskar, rojnameger, helbestvan û mamoste Naum Faîk ku di nava gelê Asurî-Suryanî-Keldanî de yekem tovên hişmendiya neteweyî avêt, di 85’emîn salvegera mirina xwe de li Stockholm, Goteborg û Jonkopîng hat bîranîn.
Di bernameyên ku komeleyên Asurî-Suryanî organîze kirin damezrandina kanala televîzyona ‘Assyrîa TV’ jî hat pîrozkirin û banga piştevaniya bi ‘Assyrîa Tv’ hat kirin.
Di bernameya li Stockholmê pêk hat, Sefîrê Swêdê yê Ermenîstanê Artak Apîtonyan, li bajarê Goteborg û Jonkopîng jî lêkolînerê Suryanî Nîneb Lamassu der barê qikirinê de axivî.
Bernameya Stockholmê ku bi temaya ‘Seyfo’ ya bi wesîleya sala 100’î pêk hat, li mala Çanda Asurî ya navçeya Sodertalje pêk hat.
Di bernameyê de der barê qirkirina Asurî-Suryaniyan a 1915’an de wêne û nivîs hatin raxistin û lêkolîner û nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin, hunermend Lînga Geroge û Bashar Lamussu bi Suryanî stran got. Nivîskar- rojnameger Kurt Hanînke di axaftina xwe de got ku Naum Faîk çapemeniyek azad û serbixwe ava kiriye û ev ji bo Asurî-Suryaniyan gelek girîng bû.
GELÊ ASÛRÎ BI TINEBÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE
Hanînke got: “Di dema ku Naum Faîk dijiya bi Şerê Yekemîn ê Cîhanê de li Rojhilata Navîn sînor ji nû ve hatin xêzkirin û gelê Asurî trajediyek mezin jiya, rastî kirina Seyfo hat. Di roja me ya îro jî em şahidiya qirkirinan dikin. Gelê Asurî li Nînova, Gozarto, Turabdîn û Urmiye û li cihên din ên Rojhilata Navîn bi rîska tinebûnê re rû bi rû ne. Îro 100 sal şûnde Rojhilata Navîn bi şeran diheje, sînor ji nû ve tên xêzkirin. Fatureya şer dîsa li gelê herêmê tê birîn.”
EZ BAWERIM WÊ DÎSA DEWLETA ASURÎ BÊ AVAKIRIN
Sefîrê Swêdê yê Ermenîstanê Artak Apîtonyan diyar kir Ermenî û Asurî du gelên ku li ser heman axê bi hev re dijîn û bindest in. Apîtonyan got: “Li gel du gelên cuda ne jî gelek dişibin hev. Tenê ligel hev nejiyan, bi hev re zewicîne û bi awayî têkiliyên wan bi hêztir bûne. Komkujiya 100 sal berêk hat îro li Rojhilata Navîn dîsa bi destê DAIŞ’ê tê meşandin. DAIŞ sûcê mirovahiyê dike.”
Apîtonyan anî ziman ku wê hewldanên gelê Asurî bigihêjin serketinê û baweriya wî heye ku wê li xaka Asuriyan dîsa dewletek Asurî bê avakirin.
JI BO RAGIP ZARAKOLU SPASÎ
Di bernameyê de nivîskar Ragip Zarakolu jî dawetî ser dikê hat kirin. Zarakolu da zanîn ku di sala 1969’an de li Colemêrgê dema ku pirek ava dikirin Asurî-Suryanî nas kirine û sala buhrî dema li Pirtûkxaneya Mezopotamyayê ya Stockholmê xebat dimeşand bihistiye ku Suryaniyên li Colemêrgê nas kiriye, destpêkê çûne Urmiyê û piştre jî çûne Azerbeycan û Sibiryayê.
Zarakolu got ku sala buhrî Suryaniyên li Colemêrgê nas kiriye, li Stockholmê dîsa nas kiriye û ev jî nîşan dide ku gelê ji komkujiyê xilas bûye û çawa belav bûye.
Zarakolu daxuyakirin ku Naum Faîk rewşenbîrekî hêja yê ji bo çand û zimanê gelê Suryanî têkoşîn daye û li Amedê di konferansa Rojhilata Navîn de pêşniyar kiriye ku navê Faîk bidin kolanekê û piştî salan rêveberiya şaredariyê ev xistiye jiyanê.
Piştî axaftinan Asuriyan kulîlk dan Zarakolu û ji bo xebatên wî spasiyên xwe kirin.
Hunermend Lînda Geroge û Bashar Lamassu bi Suryanî stranên xwe gotin û piştre fêkî û şîranî li mêvanan hat belavkirin.