Mamosteyên Kobanê KCD ziyaret kirin
Mamosteyên ji Kobanê yên bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatin Bakurê Kurdistanê, KCD ziyaret kirin.
Mamosteyên ji Kobanê yên bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatin Bakurê Kurdistanê, KCD ziyaret kirin.
Mamosteyên ji Kobanê yên bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatin Bakurê Kurdistanê, KCD ziyaret kirin.
Mamosteyên ji Kobanê yên bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatin Bakurê Kurdistanê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ziyaret kirin. Mamosteyên Kobaniyî ji aliyê endamên Komîsyona Ziman a KCD'ê Îrfan Babaoglû, Mehmet Çelîker, ji Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Salîha Aydenîz û ji Komîsyona Gel û Baweriyan a KCD'ê Seydî Firat ve hatin pêşwazîkirin.
Babaoglû di dema pêşwazîkirinê de bi xêrhatina mamosteyan kir û got, "Em hêvîdarin ku wê di demeke nêz de li Kobanê bi xebatên ji nû ve avakirinê de dibistanên me yên bi zimanê dayikê perwerdeyê didin, werin vekirin."
Salîha Aydenîz jî di axaftina xweya li vir de diyar kir ku serketina û avakirina Kobanê di heman demê de serketin û avakirina Bakurê Kurdistanê ye.
Ji mamosteyên Kobaniyî yên hatin Amedê Mamoste Nesrîn jî ji ber pêşwazîkirina bi dilgermî spasiyên xwe pêşkêş kir û got, "Hatina me ya vê derê, ji bo me gelekî girîng e. Em ê bi hev re tevbigerin, di avakirna Kobanê de dibistanên xwe bi hev re vekin û bi hev re pêşerojê ronî bikin."
Mamoste Nesrîn diyar kir ku ji ber rewşa şer a li Kobanê ew niha nikarin li Kobanê perwerdeyê bidin û got, "Em perwerdeyê li wargehên li Pirsûsê didin xwendekarên xwe. Di rewşa heyî de 3 hezar xwendekar ji aliyê 70 mamosteyan ve li wargehên li Pirsûsê tên perwerdekirin."