Lîstika propaganda ya Komara Mahabadê ‘Dayika Niştiman’ bû pirtûk
Pirtûka lîstika şanoyê ya ‘Dayika Niştiman’ ku di dema rizgariya Komara Kurd a Mahabadê de hat lîstin, derket.
Pirtûka lîstika şanoyê ya ‘Dayika Niştiman’ ku di dema rizgariya Komara Kurd a Mahabadê de hat lîstin, derket.
Pirtûka lîstika şanoyê ya ‘Dayika Niştiman’ ku di dema rizgariya Komara Kurd a Mahabadê de hat lîstin, derket. Pirtûka ‘Dayika Niştiman’ ku ji aliyê nivîskar-wergervan Muhsîn Ozdemîr ve hat amadekirin bi zaravayê Kurmanckî ya Kurdî ji weşanên ‘Na’ derket.
Di damezrandina Komara Kurd a Mahabadê de tevgera ciwanan bi rêya şanoyê di nava gel de propagandayê dike. Nêzî du mehan li 260 cihên cuda lîstika ‘Dayika Nişman’ tê lîstin. Nivîskar-wergervan Muhsîn Ozdemîr bal kişand ser bandora lîstikê ya li ser gel û der barê Pirtûka xwe de ji ANF’ê re axivî.
Dayika Niştiman kî ye?
Bo Kurdan demên girîng hene. Yek ji van deman dema damezrandina Komara Kurd a Mahabadê ye. Di salên Duyemîn Şerê Cîhanê de Komên Vejîna Kurd li vir rêxistinbûnên girîng dikin, fikra komarê bi rêya hunerê ji gel re vedibêjin. Yek ji van rêyan jî şano ye. Armanc ev bû ku girseyan li dora fikra komarê ronî bikin. Çîroka Şanoya Dayika Nişman jî ji aliyê komek ciwan ve hatiye amadekirin û tekstê didin çend kesan. Pirtûkê de ev hatine nivîsin. Lê kê nivîsiye, ne zelal e. Ev tê zanîn ku ji helbesta helbestkarê mezin Hejar Mukrîyanî ‘Çûkên welat’ bi bandor bûne û helbestên helbestkar Qadî Koyî wek replîk bikar anîne. Aliyê balkêş jî ev e ku civak li dijî hunerê ne eleqedar e, bi bertek in. Heta ciwanên Kurd ên bi şanoyê re eleqader dibûn, ji aliyê malbatên xwe ve dihatin tehdîdkirin. Lê dîsa jî bi hevkariya vê şanoyê komar ji gel re hatiye vegotin. Qîrîna dayikê, qîrîn zarokên di rola periyan de gel hişyar dike. Ciwanên çekdar û tifaqên wan Dayika Nişman ji zincîran xilas dikin. Piştre lîstikvanên di rola pêşengên gel de derdikevin ser dikê. Tê gotin ku yek ji van Qadî Muhammed e.
Dayika Niştiman di kîjan şert û mercan de hat lîstin? Rejîma Îran Şahê çawa desturê dide vê şanoyê?
Wêdemê Sovyetan beşek Îranê girtibûn dest. Ji bo Kurdan atmosferek azadiyê hatibû avakirin. Ciwanên ronakbîr serî li rêxistibûnên cuda dabûn. Ciwanan Çanda Neteweyî ya Kurd di bin rêxistinbûna xwe de bi cih dikirin. Hinek kovar û pirtûkan jî derdixin. Dayika Niştiman bi Kurdî tê nivîsin. Bi derfetên xwe çêdikin. Di demek kurt de li 260 cihê tê lîstin. Wê demê şano ne li sahneyan, li kolanan, qadan û garajan hatiye lîstin.
Gel çawa di bin bandora vê de dimîne?
Gel destpêkê li dijî şanoyê bû. Lê piştî çend nîşandanan, jinên bi çarşef jî eleqeyek mezin nîşanê Dayika Niştiman dane. Wê demê ji bo ciwanan destûr tinebû lê gelek tabû hatin şikandin û her kes diçû temaşekirina şanoyê. Bi saya Dayika Niştiman gelê Mahabat û derdora wê fikra komarê nas kir. Tê gotin ku lîstik beriya komarê hatiye lîstin. Ji ber agahiyên têr tine tê gotin ku lîstik bi komarê re hatiye lîstin. Me lêkolîn kir.
Dayika Niştiman ji bo şanogerên Kurd ên îro girîngiyê îfade dike?
Her neferekî Kurd dixwaze ji dayika xwe re pêşerojekê ava bike. Di şexsê Dayika Niştiman de jî tê xwestin ku welatek bê vegotin. Ev lîstik unvana lîstika Kurd hê diparêze. Di destê me de ti replîkek tine. Piştî Komara Kurd ya Mahabadê hat hilweşandin şûnde metna vê şanoyê jî winda dibe. Rol diyar in, armanc diyar e, ev hemû di pirtûkê de hatine vegotin. Yên bixwazin dikarin Dayika Niştiman bibînin. Ji ber vê jî ev ji bo şanogerên Kurd wek belgeyekê dimîne.
Ji bilî vê hûn behsa şanoya Koşka Miradan jî dikin?
Koşka Miradan versiyoneke cuda ya Dayika Niştimane. Di 2’yê Çileya 1983’yan de li Çiyayê Kurdistanê ji aliyê Îbrahîm Ferşî ve tê amadekirin. Replîk ji helbestên helbestkar Hemîn Mukîryan ve tên amadekirin. Helbestên Hemîn hem beriya komarê û hem jî piştî komarê digire nav xwe. Ji ber vê tê hilbijartin. Ji Ferşîn tê xwestin ku Dayika Niştiman jî amade bike. Lê xwe nagihîne arşîvan di şevekê de vê şanoyê amade dike û piştre carekê li çiyan nîşan dide. Ev şano carek din nayê nîşandan. Tê gotin ku wê di 1989’an de bê nîşan dan lê ev jî pêk nayê. Piştî MED TV tê avakirin, metna Koşka Miradan ji Îbrahîm Ferşî tê girtin. Lê ji ber ku kurtiya wê tine nayê nîşandan. Dema ev nabe Ferşî metna xwe di înternetê de belav dike. Min der barê vê de gelek lêkolîn kir.
Li gorî we divê Dayikak Niştiman di roja me ya îro de jî bê lîstin?
Destpêka her tiştekî heye. Berhemên çandî roj bi roj bi rengên nû dîsa divê bi civakê re bê cem hev. Her wiha ji ber ku Dayika Niştiman di hişê mirovan de ye, divê zindî bê hiştin. Jixwe yên hişê xwe zindî nagirin, ji nirxên ne aîdî xwe xwedî dibin. Bêguman dikare dîsa bê lîstin. Divê her Kurd vê dayikê bibîne. Îro ji bo Kurdan Kobanê jî Mahabad jî Dayika Niştimane.
Muhsîn Ozdemîr kî ye?
Ozdemîr di 1970’ê de li gundê Ziviga Şikakan a nahiyeya Findik a Şirnexê hat dinê. Dibistana seretayî li gund xwend. Dibistana navîn li Wanê temam kir. di 1991’ê de tevlî Tevgera Azadiya Kurd bû. Ji ber rewşa siyasî û birîndariya xwe bi salan li derveyî welat ma. Di 2003’an de li Urmiyê hat girtin û du sal û nîvan li girtîgehê Îranê ma, Farisî fêr bû.
Di 2005’an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Heta 2010’an li girtîgehên Tirkiyeyê yên weke Colemêrg, Mûş, Wan, Sêrt, Kalkandere-Rize, Licê-Amedê ma. Di van salan de pirtûk xwendin û şopand. Ozdemîr Pirtûka ‘Sê tilîlî’ li girtîgeha Licê nivîsand. Ev pirtûk di 2012’an de ji aliyê weşanên Ronahî ve hat weşandin.
Ozdemîr niha li Êlihê dijî û ligel wergervaniyê, di kovar û rojnameyan de dinivîse.
Berhemên Ozdemîr yên hatine weşandin wiha ne:
Sê Tilîlî. Roman, Weşanên Ronahî, 2011
Sohrab Sepehrî/Dengê Lingê Avê/Helbest/ Weşanên Ronahî/Diyarbekir
Furûx Ferroxzad/ Em Îmanê Bi Destpêka Demsala Sar Bînin/Hel-best/Weşanên Ronahî/Diyarbekir
Furûx Ferroxzad/Hemû Berhemên Furûx/Helbest/Weşanên Rona-hî/Diyarbekir
Şêrko Bêkes/Hemû Helbest(bi alîkariya Sîrwan Rehîm)/Helbest/ Weşanên Ronahî/Diyarbekir/2013
Sadiq Hidayet /Bûmê Kor/Wergera ji Farisî/Roman /Weşanên Na/Îzmîr /2013
Ji Başûr Barana Helbestê/Şêrko Bêkes /werger : Muhsîn Ozdemîr-Sîrwan Rehîm/. Weşanên Ronahî/Amed/2014
Şanoya Dayika Niştiman û Şanoya Koşka Miradan. Lêkolîn -Şano/Werger û Berhevkirin: Muhsîn Ozdemîr /Weaşanên Na/Îzmîr/2015