Li Yemenê 5 jê jin 15 kes mirin

Li Yemenê 5 jê jin 15 kes mirin

Li Yemenê di êrîşa li hember semta suniyan de di nav wan de 5 jin 15 kes mirin.

Li Bajarê Rada yê Yemenê li semteke ku bi piranî sunî lê dijîn milîsên Şîî êrîşek pêk anîn. Di êrîşê de 5 jê jin 15 kes mirin.

Şahidekî bûyerê ku ji AFP’ê re axivî got ku piştî êrîşî bi sedan kesan malên xwe terk kirine.

Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku di êrîşa ku eşîret hedef hatiye girtin, 15 kesan jiyana xwe ji dest daye. Her kêm 25 kes birîndar bûne.