Li Ukraynayê her du alî hêzên xwe dicivîne
Li Ukraynayê her du alî hêzên xwe dicivîne
Li Ukraynayê her du alî hêzên xwe dicivîne
Li gel agirbesta di meha Îlonê de li rojhilat Ukraynayê hat ragihandin jî, îdîayên xurt hene ku her du alî hêzên leşkerî li herêmê dicivînin. Ukrayna îdîa dike ku Rûsya alîkariya leşkerî daye komên alîgirên serxwebûnê. OSCE û DYA ji ber dibetiya pêşdeçûna komên alîgirên Rûs û jinûve dijwarbûna pevçûnan bi 'fikar'in.
Li Donetskê, pevçûnên pêr bi şev saet di 02:00 de destpê kirin, duh jî dewam dikirin. Şêniyekî bajêr ji ajansa nûçeyan a Fransayê AFP'ê re axivî û anî ziman ku pevçûn bi mehan e dewam dikin û li bajarê Yasînûvata yê li nuqteya navbera balafirgeh û rêyen hesinî de, 7 bataryayên topan hatine bicihkirin.
Nûçegihanên AFP'ê ragihandin ku konvoyek duh danê nîvro ji bajarê Makiyîvka ketiye ser rê, berê xwe daye Donetskê. Hat îdîakirin ku di konvoya ji 20 wesayîtên leşkerî de plaqeya wesayîtan nebû, her wiha bi 14 qemyonan top hatine veguhastin.
Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber veguhastina yekîneyên leşkerî û tankan ji bo rojhilatê Ukraynayê, ew bi 'fikar' in. Serokê OSCE yê Demî û Wezîre Karên Derve yê Swîsreyê Dîdîer Burhkhalter diyar kir, ku dibe li Ukraynaye şer jinûve dijwar bibe û ji aliyan xwest, ku agirbesta beriya niha li ser li hev kiribûn, mayînde bikin.
Rêveberiya Ukraynayê jî roja Înê daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû, ku 32 tank û wesayîtên leşkerî yên ji Rûsyayê ketine ser rê, ketine herêmên Rojhilat. Di daxuyaniyên Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA Jennifer Psakî û NATO'yê de hatibû gotin ku îdîaya reveberiya Kîevê ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî der barê pirsa li ser hebûna leşkerên Rus a Kîev îdîaya wê dike de got, "Eger li cem Psakî agahiyeke bi vî rengî hebe, li cem min tineye." Lavrov, li gel lihevnekirinan jî, ji bo çareseriya krîzê xwestibû ku rêveberiya DYA bibe navbeynkar.
Her çend Wezareta Karên Derve ya DYA ragihand ku der heqê îdîayên li ser şandina yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê agahî li cem wan tineye jî, Berdevka Konseya Ewlekariya Neteweyî ya DYA (NSC) Bernadette Meehan, daxuyaniyeke berevajî vê kir. Meehang got, "Em bi fikarin ku şer careke din germ bibe."
Pevçûnên di meha Nîsanê de li herêmên Donetsk û Luhansk ên şêniyên bi Rûsî lê diaxivin hene, destpê kir hînê li naverastê ne û ti alî li hemberî yê din bi ser neketiye.