Li ser sînorê Pakîstan-Hindistanê teqîn: Herî kêm 45 mirî

Li ser sînorê Pakîstan-Hindistanê teqîn: Herî kêm 45 mirî

Li nêzî Lahora li ser sînorê Hindistan û Pakîstanê êrîşeke xwekujî pêk hat û di encamê de herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.

Li ser sînorê Hindistan-Pakîstanê li herêma Lahor a ser bi wilayeta Punjabê êrîşeke xwekujî pêk hat û di encamê de herî kêm 45 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.

Rayedarek payebilind ê wilayeta Punjabê ragihand ku di nava kesên mirine de sê parêzvanên sînoran jî hene.