Li Qibrisê panîka keştiya noqar
Li Qibrisê panîka keştiya noqar
Li Qibrisê panîka keştiya noqar
Aloziya mudaxeleya yekser a Tirkiyeyê ya li hember qadên ku Komara Qibrisê wek herêmên aborî yên taybet îlan kirine, bandorê li sivîlan dike. Keştiya noqar a li Bendera Lîmasol a Qibrisê hat dîtin rê li ber panîkê vekir.
Rojnameya Polîtîs, diyar kir ku keştiya noqar a li nêzî Bendera Lîmasol hat dîtin rê li ber panîkê vekir, lê paşê hat fêmkirin ku keştiya noqar a Elman a girêdayî Hêzên Aştiyê yên Lubnan a NY'yê ye. Keştiyên şer ên artêşa Tirk, ku di bin navê parastina lêgerînên bin deryayê de derbasî sînorên deryayê yên Komara Qibrisê dibin rê li ber aloziyê vedikin.
Rojnameyê diyar kir ku keştiya noqar a Elman milê rojava yê Bendera Lîmasol wek baregeha daîmî bi kar tîne û li gor Rêveberiya Benderê keştiya noqar di wê demê de ji bo bigihêje baregeha xwe li benda fermanê bû.
Li herêmê ku her diçe tevgera leşkerî zêde dibe, gelek dewlet jî li ser navê tifaqê hêz dişînin. Rojnameyê di heman nûçeyê de diyar kir ku di çarçoveya UNUFIL de wê keştiya noqar a Yuewnan “Proteas” û keştiya Qereqol a Rûs “Admîral Kulakov” jî îro bên Bendera Lîmasol.