Li Macarîstanê bi deh hezaran kesî îstîfaya Orban xwest

Li Macarîstanê bi deh hezaran kesî îstîfaya Orban xwest

Li Macarîstanê Serokwezîr Vîktor Orban ku bi polîtîkayên xwe yên otorîter tê zanîn, li tevayî welat tê protestokirin. Bi deh hezaran kes li dehan bajarî hatin cem hev û pankartên ‘Orban bicehime’ hildan û banga têkoşîna li dijî nelêrêtiyê kirin.

Vîktor Orman ku ji 2010’an heta niha peywira xwe dimeşîne, rastî bertekên tund tê. Tenê li Budapeşteyê di navbera 10-30 hezar kesî de ew protesto kirin. Ji ber çalakiyan li 20 bajarî zêdetir bi deh hezaran kes daketin kolanan.

Di çalakiyan de hat xwestin ku Mûşteşarê Aborî yê welat Ildîko Vîda îstîfa bike.  Ji ber sedema nelêrêtiyê çûyîna Vîda ya DYA’yê hatibû qedexekirin.

Endamê Partiya Fîdesz Vîktor Orban, di hilbijartinên biharê de piraniya dengan girt û dîsa hat ser peywirê. Orbanê ku ji 2010’an peywirê didomîne bi polîtîkayên xwe balê dikîşîne. Orban Macarîstanê bi polîtîkayên otorîter bi rê ve dibe û di 2012’an û vir ve di mekeqanûna de  têgehên weke ‘welat’, ‘Xiristiyanî’, ‘malbat’, ‘rûmeta neteweyî’ cih girtin û her wiha li dijî polîtîkayên bacê jî bertek zêde dibin.

Vîktor Orban li gel ku endamên YE’yê bû jî  welatên din yên Ewropayê jî rexne dikir. Di meha Tîrmehê de bi ser rêxistinên civaka sivîl de operasyon pêk anîbû û ji ber vê jî rastî bertekan hatibû.