Li Kolombiya hevdîtin hatin rawestandin
Li Kolombiya hevdîtin hatin rawestandin
Li Kolombiya hevdîtin hatin rawestandin
Hevdîtinên di navbera hikûmeta Kolombiya û gerîlayên FARC de, ji ber tuggeneralek hat revandin, hatin rawestandin.
Beyî agirbesta li qada leşkerî, hevdîtinên ji 9’ê Mijdara 2012’an ve li Kubayê di navbera hikûmeta Kolombiya û FARC’ê de tên kirin, hatin rawestandin.
Hikûmetê diyar kir ku sedema rawestandina hevdîtinan ev e ku roja Yekşemê tuggeneralek ji aliyê FARC’ê ve hatiye revandin.
Artêşa Kolombiya da xuyakirin ku Tuggeneral Ruben Darîo Alzate Mora roja Yekşemê li vilayeta Choco ya bakurê welêt hatiye revandin.
Serokdewletê Kolombiya Juan Manuel Santos jî li ser daxuyaniya artêşê bang kir da ku tuggenaral “bi sax û selametî bê berdan”.