Li Kenyayê 28 kes hatin înfazkirin

Li Kenyayê 28 kes hatin înfazkirin

Li nêzî Somalî ya Kenyayê di otobusekê ku 60 kes têde, 28 kes hatin înfazkirin. Di bûyera ku hê kesekî negirtiye ser xwe rayedarên Kenyayî diyar kirin ku bûyer ji aliyê rêxistina El Şebab ve hatiye kirin.

Rayedarên polîsan ên herêma Mandera diyar kirin ku 28 kes duh di saetên sibê de li sînorê Somaliyê  hatine înfazkirin.

Rayedarê polîsan Noah Mwavinda got: “28 kesên sûc û bêguneh îro di saetên sibê de hatine înfazkirin."

Di êrîşa ku kesî negirtiye ser xwe, careke din çav zivirîn ser rêxistina El Şebab a girêdayî El Qaîde. Rêxistinê piştî ku Kenyayê leşker şandin Somalî ji sala 2011'an ve li hember vî welatî êrîşan pêk tîne.