Li Hollandayê vîrusa şewba çûkan

Li Hollandayê vîrusa şewba çûkan

Rayedarên Hollandayê ragihandin ku li çewlikek a mirîşkan a li Hekendorpê vîrusa şewba çûkan hatiye dîtin. Rayedaran da zanîn ku pileya vegirtinê ya vê vîrûs pir bilind e.

Li Hekendorpê ku dikeve herêma navîn a Holandayê di çewlikek a hilberandina mirîşkan de vîrûsa şewba çûkan hate dîtin.

Rayedaran da zanîn ku pileya vegirtinê ya virûsa şewba mirîşkan zêde bûye û ji ber wê jî ev çewlik bi awayekî demkî hatiye qedexekirin.

Rayedaran da zanîn ku di vê çewlikê de nêzî 150 hezar mirîşk hene û dan diyarkirin ku ew ê li gorî normên Yekîtiya Ewropayê nêzîkî vê çewlikê bibin û li çewlikên din ên welat jî lêkolîn bikin.