Li Hollandayê bûyereke din a şewba çûkan
Li Hollandayê bûyereke din a şewba çûkan
Li Hollandayê bûyereke din a şewba çûkan
Li Hollandayê careke din şewba çûkan hate dîtin. Piştî ku li çewlikeke mirîşkan virûsa şewba çûkan hate dîtin, hikûmetê ferman da ku 43 hezar mirîşk bêne tunekirin. Her wiha, hikûmeta Holandayê dema qedexeya veguhestina mirîşk û berhemên mirîşkan jî dirêj kir.
Hate diyarkirin ku wê encamên lêkolîna li ser virûsa H5 a ku tê vegirtin û xeter e bên aşkerakirin û wê bê diyarkirin ka ev vîrusa H5N8 e yan na. Cara yekemîn şewba çûkan a li Ewropayê roja 4’ê Mijdarê li Elmanya, piştre li Hollanda û Îngîlîstanê hate dîtin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê da zanîn ku dîtina virusa şewba çûkan a li her sê welatan dibe ku çavkaniya xwe ji çûkên koçber bigire. Ev pêşbînî tê lêkolînkirin.