Li Filistînê aktîvîstan dîwar rûxandin

Li Filistînê aktîvîstan dîwar rûxandin

Hate hînbûn ku Aktîvîstên Filistînî di salvegera hilweşandina Dîwarê Berlînê de, li Dîwarê Jihevkirinê yê Qûdsê kunek vekirine.

Li dijî dîwarê şermê yê ku dewleta Îsraîlê di navbera gelan de ava kiriye çalakî pêk hat. Aktîvîstên Komîteya Berxwedana li dijî Xwecihên Yahudî û Dîwarê Jihevkirinê, li Dîwarê Jihevkirinê ya li nêzê bazaroka Bî’r Nabala ya bajar kunek vekirin û ala Filistînê çiqandin.

Yek Aktîvîstên ku kunek di dîwar de vekirin, diyar kirin ku ev çalakiya mijara gotinê ye bi munasebeta salvegera hilweşandina Dîwarê Berlînê pêk anîne.

Aktîvîstê ku ji ber ewlehiyê  navê xwe neda got: “Ev çalakî destpêka bidawîkirina Dîwarê Jihevkirinê ye. Ev dîwar îfadeya newekheviya nîjadperest a serdema modern e.”