Li Elmanyayê xebatkarên trenên rêwiyan ji bo 4 rojan dikevin grevê

Li Elmanyayê xebatkarên trenên rêwiyan ji bo 4 rojan dikevin grevê

Li Elmanyayê, muzakereyên di navbera Kargeha Rêyên Hesinî ya Federal (Deutsche Bahn) û sendîkaya makînîstan GDL de xetimîn. Sendîkayê biryara grevê stend ku îro destpê dike û wê heta sibeha Duşemê dewam bike.

Di banga Sendîkaya Makînîstên Elman (GDL) ya li endamên xwe de, tê xwestin ku makînîstên trenên bar ji îro saet 15:00 û pê ve, yên li sefeerên rêwiyan wezîfedar jî ji îro bi şev saet di 02:00 û pê ve bikevin grevê. Grev wê heta sibeha Duşemê saet 04:00 dewam bike û ev yek wê bibe greva herî demdirêj a rêyên hesinî ya 20 salên dawî yên Elmanyayê.

Deutsche Bahn bi zimanekî tund rexne li banga grevê kir û ragihand ku ji bo pêşî li rawestîna seferan bigirin, ew ê seferên nû yên otobusan bike. Deutsche Bahn wê seferên trenan, li gorî beşdariya li grevê jinûve sererast bike.

Ji ber ku heta roja Duşemê wê gelek trenên bar seferên xwe betal bikin, dê bandoreke cidî li aboriyê bibe. Serokê Giştî yê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Elman Achim Dercks da xuyakirin ku bi betalkirina seferan re wê di stokên febrîqeyan de bar bicive û ev yek we li hin cihan rê li ber sekinandina hilberînê veke. Dercks rewşa li rêyên hesinî ya Elman tê jiyîn weke 'ji bo aboriya Elman jehr e' pênase kir û ragihand ku sektora otomobîlan a ku hilberîna lez û transportê dike, wê herî zêde bikeve bin bandora grevê.

WÊ BIBE GREVA HERÎ DEMDIRÊJ A RÊYÊN HESINÎ YA WELÊT

Greva 100 saetan a sendîkaya GDL, wê bibe greva herî demdirêj a rêyên hesinî ya 20 salên dawî. Di 17-20'ê Cotmehê de 50 saetan grev hatibû kirin û ji ber ku piraniya makînîstan endamê sendîkayê ne, trafîka rêyên hesinî bi giranî sekinî bû.

Ji jinûve avabûna Deuscht Bahn a sala 1994'an û vir ve GDL 5 caran banga grevê kir. Bi banga Mijdara 2007'an re di trenên bar de 62 saetan, di seferên rêwiyan de jî 48 saetan grev hatibû kirin.

GDL a 34 hezar endamên xwe hene dixwaze, heqdestê zêdeyî 20 hezar makînîstan bê zêdekirin û li gel vê yekê dema xebatê ya heftane 39 saet in, bi qasî 2 saetan bê kêmkirin û zem ji xebata zêde re were dayîn. Sendîka her wiha dixwaze ji bo kontrolkarên trenê, endamên servîsê û hemû xebatkarên di seferan de cih digirin, muzakereyê bike.