Li Amedê serdanên mamosteyên Kobaniyî

Mamosteyên Kobaniyî yên bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatin Amedê, Dibistana Seretayî ya Kurdî ya Ferzad Kemanger ziyaret kirin.

Mamosteyên Kobaniyî yên bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatin Amedê, Dibistana Seretayî ya Kurdî ya Ferzad Kemanger ziyaret kirin.

Mamosteyên Saziya Zimanê Kurdî ya Kobanê, ku bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Amedê ne, Dibistana Seretayî ya Kurdî ya Ferzad Kemanger a di bin sîwana Kurdî-Derê de dixebite, ziyaret kirin. Mamoste ji aliyê Hevşaredara baglarê Bîrsen Kaya Akat û rêveberên dibistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Ji Saziya Zimanê Kurdî ya Kobanê Rodîn Mihedîn da xuyakirin, ku bi Şoreşa Rojava re bi qasî 3 hezar mamosteyên ser bi saziyên li Kobanê hene û anî ziman ku ev 3 sal in ew bê navber dersê didin. Mihedîn diyar kir ku ji bo ji saziyên bi zimanê Kurdî dixebitin ên li Amedê sûdê werbigirin ew hatine û got, "Ji bo em zimanê xwe bi pêş ve bixin, divê em hev du nas bikin û têkoşîna xwe hevpar bikin. Xebatên me wê ji niha û pê ve di vî warî de dewam bikin."
 
'DEWLETA TIRK ŞERÊ ASÎMÎLASYONÊ DIMEŞÎNE'

Mihedîn bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk li hemberî zarokên Kurd dimeşîne û got, "Li vê derê gelek malbat bi Tirkî bi zarokên xwe re diaxivin. Bi vî rengî zarokên xwe bi Tirkî mezin dikin. Ev yek ji bo zarok travmayeke mezin e. Ev kêmasiyeke mezin e. Em dizanin ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li hemberî zarokên gelê me bi awayekî cidî şerekî asîmîlasyonê dimeşîne." Mihedîn ji malbatan xwest ku bi zarokên xwe re bi Kurdî têkiliyê deynin û got, "(...) Li Kobanê, Ereban xwestin vê bînin serê me. Li dibistana bi tenê Erebî hînî me dikirin. Me jî li dijî vê yekê, li malên xwe ji bilî Kurdî ti ziman bikar neanîn. Lewma ji heft heta heftê salî me zimanê xwe parastin."