Li Amedê pêşengeha Kurdistan hat vekirin
Li Amedê bi dirûşma "Hevdîtina Hunera Navneteweyî ya Kurdistanê" pêşengeha wêne û peykeran hat vekirin.
Li Amedê bi dirûşma "Hevdîtina Hunera Navneteweyî ya Kurdistanê" pêşengeha wêne û peykeran hat vekirin.
Li Amedê bi dirûşma "Hevdîtina Hunera Navneteweyî ya Kurdistanê" pêşengeha peykeran li Sumerparkê hat vekirin. Di pêşengehê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, mamosteyên peykersaz, xebatkarên Çand û Hunerê û gelek hunermend amade bûn. Di pêşengehê de li ser navê komîteya amadekar Munîr Şêxê axivî û spasiyên xwe ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir ji bo ku derfetek vî awayî dane wan. Şêxê anî ziman ku armanca wan ew e ku vê hunera xwe li tevahî gelan bide nîşan dan. Şêxê bilêv kir ku ew ê bi hunerê mirovan azad bikin.
Piştî Şêxê li ser navê hunermendan Beşar El Îsa jî diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêya hunerê ji bo hunermenda vedike. Li ser navê kantona Rojava Ehmed Dalî jî axivî û silavên berxwedanê li beşdarvanan kir û wiha got: "Bi saya têkoşerên azadiyê em li vir hatine cem hev. Dîroka kurdan her dem bi êş û jan derbas bûye. Lê belê em gelê kurd xwedî li dîroka xwe derdikevin. Ji bo xak û çanda xwe em têdikoşin."
Piştî axaftinan bernameya hat amadekirin hat temaşekirin. Dîsa wêne û peykerên di pêşengehê de hat nîşandan rastî eleqeyek mezin hat.