Lavrov: Divê li Ukraynayê herêma tampon bê avakirin
Lavrov: Divê li Ukraynayê herêma tampon bê avakirin
Lavrov: Divê li Ukraynayê herêma tampon bê avakirin
Wezîrê Karên Derve yê Federasyona Rûsyayê Sergey Lavrov, bang kir ku li Ukraynayê di navbera rêveberiya Kîev û herêmên aliyên serbixwe de herêma tampon bê vakirin. Lavrov ku li paytexta Pekîn a Çînê bû, beriya hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê John Kerry re nirxandinên girîng kir.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku tevlî civînên Yekîtiya Aboriya Asyaya Pasîfîk (APEC) ya li Pekînê bû, diyar kir ku geşedanên li başûr û başûrê rojhilatê Ukraynayê didomin û ev rewş bandoreke neyênî li ser ewlehiya herêmê dike.
Lavrov di çarçoveya civînên APEC’ê de beriya hevdîtina bi John Kerry re ji Ajanda Nûçeyan a Interfax re axivî. Lavrov diyar kir ku berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Jen Psakî agahiya der barê hebûna yekîneyên Rûsyayê li Ukraynayê heye piştrast nekiriye. Lavrov da zanîn ku lihevkirinên der barê pêkanîna agirbestê de rasterast cih negirtine û bal kişand ser girîngiya lihevkirinên Mînsk û bang li berxwedêr û merciyên Kîevê kir ku xebatên avakirina xetên ku her du aliyan ji hev dike temam bikin.