Komarparêzan piraniya endamên Senatoya DYA bi dest xistin
Komarparêzan piraniya endamên Senatoya DYA bi dest xistin
Komarparêzan piraniya endamên Senatoya DYA bi dest xistin
Li gorî encamên hilbijartina Senato ya navberê, ku duh li DYA hat kirin Komarparêzan piraniya endamên Senatoyê bi dest xistin.
Di hilbijartinên Senato yên navberê de ku duh li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hat lidarxistin, Komarparêzan piraniya endaman qezenç kirin. Ev yek jî tê wê wateyê ku heta hilbijartinên serokdewletê, wê bernameya xebatê ji aliyê komarparêzan ve were diyarkirin.
Senatorê Komarparêzan Mitch McConnel li dû hilbijartinê axivî û got, "Tecrûbeya pir dewletî, bi têra xwe dewam kir. Niha dema guhertina rêgehê hatiye. Dem hatiye welat bikeve ser rêya rast."
Di encama hilbijartinên navberê yên duh de, Komarparêzan di Senatoya ji 100 kursiyî de, hejmara kursiyên xwe ji 45'an derxist 52'an.