Kobaniya Azad Roja Zimanê Dayikê pîroz kir

Berdevkê Saziya Ziman a Kobanê Ednan Hesem diyar kir ku bi berxwedana Kobanê re ziman û çanda Kurd hatiye parastin û bal kişand ser têkoşîna ji bo jiyana bi zimanê dayikê.

Berdevkê Saziya Ziman a Kobanê Ednan Hesem diyar kir ku bi berxwedana Kobanê re ziman û çanda Kurd hatiye parastin û bal kişand ser têkoşîna ji bo jiyana bi zimanê dayikê.

Zarokên Kobanê yên li Qada Şehîdgehê hatin gel hevdu, şahiya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de dovîzên, “Em zaroken Kobanê dixwazin zimanê Kurdî”, “Roja cîhanî ya zimanê dayikê li mirovahiyê pîroz be” hatin hilgirtin û ji bo kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêzgirtin pêk hat. Berdevkê Saziya Ziman a Kobanê Ednan Hesem diyar kir ku bi berxwedana Kobanê re ziman û çanda Kurd hatiye parastin. Hesem got, “Zarokên me îro dîsa ji bo zimanê xwe bijîn vegeriyan axa xwe. Jiyana bê ziman nabe. Li hember polîtîkayên bi salan, me zimanê xwe jiya û ji bo zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê bijîn em ê têkoşîna ji destê me bê bikin.”

Şahî bi stranên Kurdî bi dawî bû.