Ji KNK’ê ji bo roja zimanê dayikê daxuyanî
Konseya Rêveber a KNK’ê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê pîroz kir û bang li gelê Kurd kir ku rêz û hurmetê nîşanî zimanê xwe bidin.
Konseya Rêveber a KNK’ê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê pîroz kir û bang li gelê Kurd kir ku rêz û hurmetê nîşanî zimanê xwe bidin.
Konseya Rêveber a KNK’ê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê pîroz kir û bang li gelê Kurd kir ku rêz û hurmetê nîşanî zimanê xwe bidin.
Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KNK’ê got, “Bi bîrhatina vê rojê gotina me ya pêşîn ji bo Kurdan bi xwe ye. Lewma pêwîst nake ku bikevine kûrahîya manaya rojê. 21ê Sibatê çi ye, çi roj e û ji bo çi tê bîranîn! bi giştî tê zanîn. Bi rasparde ya UNESCO yê li sala 1999’ê bûye rojeke navneteweyî û ji 2000’ê ve jî tê bîranîn. Armanca YN û UNESCO yê bi îlankirina vê rojê ew e ku rêz li makzimanî bê girtin. Her netewe, her xelk, her dewlet rêzê li makzimanên xwe bigirin.
Îro makziman hene ku ber bi windabûnê ve ne. Makziman hene ku ji ber zor û zulmê hatine birîndarkirin, hatine lwaz kirin. Makziman hene li ser wan polîtîka birandêr û asîmîlasyonîst tê bikaranîn. Zimanê Kurdî yek ji wan zimanan e ku zilmeke nedîtî lê hatiye kirin ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve. Qedexetî û bêdadiya bi serê zimanê Kurdî hatiye înan bi serê çu zimanan nehatiye li dinyayê. Li ser zimanê Kurdî metod û teknîkên jenosîdal hatine bikaranîn. Digel vê zor û zilma dijwar jî zimanê Kurdî li ber xwe da û her bi çi rengî be xwe gihande roja îro û xwe ji mirinê rizgar kir. Lê hê jî ew tehlîkeya li ser Kurdî bi temamî nehatiye berteref kirin. Gerçî Kurdî li Kurdistana Federal (Başûr) zimanê fermî yê perwerde û dewletê ye û eve her wisa serketina zimanê Kurdî ye jî. Her wiha li Rojava bi her sê kantonê xwe ve jî Kurdî "de facto" bûye zimanê perwerdeyê û rêvebireya îdarî û formekî fermî wergirtiye. Lê li Rojhilat û Bakur hê jî ji fermiyetê dûr e, mixabin hê di nav sîstemê perwerde û îdarî da nîne û hem dewleta Tirkiye, hem jî ya Îranê bi çu newilî rê nadine vî mafê Kurdî û rêzê li makzimanê Kurdan nagirin. Bi her halî zimanê Kurdî wekî makzimanê Kurdan li wan mîna şîrê maka wan helal e û ji ber vê hêza xwezayî jî li ber xwe dide û xwe dide jiyandin.
Lê belê, bi taybetî li bakur û li dîaspora tarawge yê xemsarîya Kurdan bi xwe heye beramberî makzimanê xwe. Eve pirsgirêkeke mezin e û hêj jî berdewam e. Li bakur û dîasporayê Kurd bi xwe rêzê li makzimanê xwe nagirin. Reftar û polîtîka dewleta Tirkîyeyê kivş e û rê li ber perwerdeya bi Kurdî digire. Lê bi têkoşîna salan imkan û rêyên bi kar înana makzimanî jî zêde bûne. Digel vê jî Kurd beramberî makzimanê xwe xemsar in û eve niyeta wan çi dibe ferq nake beramberî makzimanê xwe bêrêzî ye. KNK di vê 21’ê Sibata 2015’an de dîsa ve dubare bangî Kurdan dike ku rêzê li makzimanê xwe bigirin. Eve jî bikaranînê dibe. Yên dizanin divê biaxivin û bi kar bînin, yên nizanin jî dikarin fêr bin. Êdî dev ji hemaseta sloganiyê berdin û bikaranînê rêzê li makzimanê xwe bigirin, bihayê makzimanê xwe bi xwe bizanin û bilind bikin ku dijmin jî vê yekê bibîne. Yên ku rêzê li makzimanê xwe negirin bila li hêvşya rêzgirtina ji aliyê dijmin ve jî nebin.
Helbet bi helkefta vê rojê em bangî dewleta Tirkiye û îranê jî dikin ku rêzê li makzimanê Kurdan bigirin, di fermiyetê da qebûl bikin, di sîstemê perwerde û îdarî da cih bidine Kurdî û bikine zimanê duyemîn yê fermî yê dewletê. Lê karê sereke yê Kurdan bi xwe ye. Berî her kesî ti rêzê li makzimanê xwe bigire ku rêz li makzimanê te bê girtin.
21’ê Sibatê, Roja Makzimanan li Cîhanê, bila li hemû makzimanan û her wisa li makzimanê Kurdan zimanê Kurdî jî pîroz be. Lê ev têr nake: Rêzê li makzimanê xwe bigire! Ev jî bikaranînê dibe!”