Ji bo genaralê berê yê Kongoyî 10 sal ceza

Ji bo genaralê berê yê Kongoyî 10 sal ceza

Li Komara Demokratîk a Kongoyê şefek ê milîan a berê bi hinceta “sucê şer kiriye” bi 10 sal cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Li Komara Demokratîk a Kongoyê şefê berê yê milîsan Jerome Kakwavu ku ji bo entegrebûnê weke general di nava artêşê de hatibû bicihkirin û rutbeya wî hatibû bilindkirin, ji ber sucê şer bi 10 sal cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Dadgeha Bilind a Leşkerî ya Kongoyê Jerome Kakwavu  ji ber sucê şer ê ku bi xwe kiriye û li pêşiya leşkerên xwe yên ku sucê şer kirine nebûye asteng hatiye mehkûmkirin.

Jerome Kakwavu ji ber du caran tecawizkirina zarokekî, cinayet û îşkenceyê hate darizandin.